Amadekariyên konsera ‘Berbang’ didomin

img
STENBOL - Hunermenên MKM’ê yên amadekariya konsera “Berbang” a li Bastanci bê lidarxistin dikin, banga “Werin em bi hev re stranên azadî û wekheviyê bêjin” kirin. 
 
Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) ya ku di 27’ê Îlona 1991’an de li Stenbolê ji aliyê zanayê Kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter û komeke nivîskar û rewşenberên Kurd ve hat avakirin, 30’emîn salvegera avakirina xwe, amadekariya konserê dike. Konser wê bi şîara “Berbang” di 16’ê Cotmehê de, li Navenda Pêşandanê ya Bostanci were li darxistin. Amadekariyên konserê dewam dikin. Hunermendên MKM’ê yên ku nêzî 2 mehane li Şîşhaneyê provayên xwe didomînin, banga tevlîbûna konserê kirin.  
 
‘WERIN EM BI HEVRE BÊJIN’
 
Ji hunermendên MKM’ê Weysî Ermîş ê di konserê de stranên weke “Bêrîvan”, “Dîlan” û “Dengê Azadî” bêje, wiha got: “MKM 30 salin ked dide. Em dibêjin, werin em hemû bi hevre starên azadî û wekheviyê bêjin.”
 
Hunermend Denîz Esmer jî, diyar kir ku gelek kesan ev 30 salin ji bo MKM’ê kedê didin û ev bang kir: “Em dixwazin her kes beşdarî konsera me bibe. Em hemû kesî vedixwînin konsera xwe.”