Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin

img

MÊRSÎN - Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin. 

Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat damezrandin. Komele dê li ser xebatên çand, huner û dîrokê xebatên xwe bi rê ve bibe. Komeleyê damezrandina xwe bi şahî ango dîwana dengbêjan vekir. Dengbêj Kazo, dengbêj Henîfa Şirnexî, dengbêj Ramazan û Îsa di dîwanê de cih giritin. 
 
DÊ XWEDÎ LI ZIMAN Û ÇANDA XWE DERKEVIN 
 
Di merasîma vekirinê de rêveberê komeleyê Emîn Aksu axivî û diyar kir ku armanca damezrandina komeleyê ew e ku ziman, çand û hunera kurdî li pêş bixe. Aksu destnîşan kir ku ji bo ew xwedî li mîrateya çand û hunerî derkevin dixebitin û wiha got: "Ev demek dirêj bû me xebatên xwe didomand. Em niha bûne komele û em ê xebatên xwe li vir bidomînin. Me xwest em starta xebatên xwe bi dengbêjiyê bidin. Dengbêjî çand û dÎroka me ye. Divê em xwedî li dîrok, çand, ziman û hunera xwe derkevin."
 
Piştî axaftinê dengbêjan kilam gotin û behsa girîngiya ziman, çand û hunera kurdî kirin. Dengbêjan bi kilaman beşdaravanan kêfxweş kirin.