Ji dengbêj Seîdê Goyî albûma ‘Stranên Dilê Min’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Albûma “Stranên Dilê Min” a dengbêj Seîdê Goyî ku ji çar stranên pêk tê û gotin û muzîka wan bi xwe amade kiriye, derket. 
 
Seîdê Goyî dengbêjekî ji herêma Botanê ye û bi salan e turikê xwe bi gotin, çîrok û serpêhatiyên herêmê tije kiriye. Goyî ji van gotin û serpêhatiyên xwe hin stran derxistin. Bi derhêneriya hunermend Alî Dogan Gonultaş albuma bi navê "Stranên Dilê Min” a Seîdê Goyî ku ji çar stranan pêk tê derket. Albûm li ser platformên medya dîjîtal hat belavkirin. Navê stranên ku gotin û muzîka wê aydê Seîdê Goyî ne wiha ne: "Berxê Mino, Lawiko, De Biçin Mala Esmerê, Em Nadin."
 
Dengbêj Seîdê Goyî ji gundê Roboskî ya bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve ye.