‘Nîşeyên Bakur’ a Ertûgrûl Mavîoglû ji Weşanên Aryenê derçû

img
AMED - Pirtûka bîranînê ya “Nîşeyên Bakur” ku rojnameger û nivîskar Ertûgrûl Mavîoglû dema li gel derhêner Çayan Demîrel belgefîlma “Bakur” amade dikir nivîsandibû, ji Weşanên Aryenê derçû. 
 
Pirtûka “Nîşeyên Bakur (Bakur Notları” ya rojnameger û nivîskar Ertûgrûl Mavîoglû ku bi salan berê hatibû temamkirin lê gelek weşanxaneyan ji ber zextên siyasî xwe nedida ber çapkirina wê û felsefe, polîtîka û nêrîna jiyanê ya têkoşîna azadiyê, jiyana li çiyê û têkoşîna wan vedibêje ji Weşanxaneya Aryenê derçû. 
 
Mavîoglû dema li gel derhêner Çayan Demîrel belgefîlma “Bakur” ku PKK’ê vedibêje dikişand ev pirtûk nivîsandibû. Ertûgrûl Mavîoglû dibêje ku wan ne erdnîgariya dijwar û avhewayê xwînî lê bangawaziya aştiyeke birûmet vegotine. 
 
ERTÛGRÛL MAVÎOGLÛ KÎ YE? 
 
Ertûgrûl Mavîoglû, di sala 1961’an de li Adapazariyê ji dayik bû. Di navbera salên 1980-1984 û 1987-1991’an de ji ber fikrên xwe yên şoreşgerî bi giştî 8 salan girtî ma. Di sala 1978’an de dest bi Dibistana Bilind a Çapemenî Weşanê ya Zanîngeha Marmarayê kiribû lê ji ber girtîgehê, di sala 1986’an de mezûn bû. Di sala 1985’an de li rojnameya Hurriyetê dest bi nûçegihantiyê kir. Piştre bû Midûrê Karên Nivîsan a Kovara Yenî Çozumê ku di kanûna sala 1986’an de derket. Di rojnameyên Yenî Polîtîka, Evrensel, Radîkal, Cumhuriyet, Yenî Bînyil, Mîlliyet û BîrGunê de ji nûçegihantiyê heta midûriya nûçeyan gelek karên cuda kirin. Di sala 1996’an de li Radyo Umutê bernameya şîroveya rojnameyan amade kir û pêşkeş kir. Di sala 2011’an di damezirandina ÎMC TV’ê de Koordînatoriya Nûçeyan kir. Di sala 2015’an de li gel Çayan Demîrel belgefîlma “Bakur” derxistin û bû derhênerê belgefîlmê. Mavîoglû gelek pirtûk nivîsand û pirtûka wî ya dawî jî “Nîşeyên Bakur” e.