Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî

img
 
 
WAN - Di daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê kurdî de, hat destnîşankirin ku divê her kes xwedî li kurdî derkeve û wiha hat gotin:"Zimanê kurdî xeta herî sor û stratejîk a neteweya kurd e."  
 
Li Wanê gelek sazî û dezgeh ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê kurdî li hev kom bûn û daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) hat dayîn. Xebatkara ARSÎSA'yê Evîndar Bûlût metna daxuyaniyê xwend. 
 
Bûlûtê di daxuyaniyê de ev tişt gotin: "Ziman ji bo hemû neteweyan xaleke bingehîn û jêneger e. Lê wek hemû neteweyên bindest, ziman ji bo neteweya kurd jî sedema man û nemanê ye. Divê em kurd berî her tiştî vê rastiya xwe baş bizanibin û hişmendiya xwe ya li ser zimanê xwe li gor vê rastiyê ava bikin.
 
Di roja me de, hemû neteweyên cîhanê ji bo parastin û pêşxistina zimanê xwe xebatên pir berfireh û xurt dikin; ji bo ku zimanê wan bibe zimanê cîhanê hewl didin. Lê heyf û mixabin zimanê kurdî ku zimanekî herî qedîm ê mirovahiyê ye, bi tunebûnê re rû bi rû maye. Serdest, bi sedan sal e ji bo ku bîr û hişmendiya me kurdan tune bikin, çand, dîrok û zimanê me bi me bidin jibîrkirin her tiştî dikin. Serdestên ku bi tunehesibandin, êriş, talan û komkujiyê nikaribûn me kurdan tune bikin di roja me de bi rê û rêbazên şerê taybet, bi polîtîkayên bişaftin û entegrasyonê dixwazin me kurdan ji ziman û hemû nirxên kurdewariyê dûr bixin û me bikin biyaniyên nirxên me. Îro jî ev yek li Kurdistanê û li her derê kurd lê hene bi rê û rêbazên cuda berdewam dike.
 
Li dijî vê yekê, em neteweya kurd bi têkoşîn û berxwedaneke bêhempa zimanê xwe diparêzin, lê hê jî xetereyên mezin li ser zimanê me hene. Ji bo vê yekê jî hewce ye em ji vir şûnde hê zêdetir li zimanê xwe xwedî derkevin û têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê xwe li her derê bilind bikin, ji bo vê pêşengiyê bikin. Divê em zimanê xwe li her qadê bi pêş bixin, xurt bikin û bikin  zimanê fermî, zimanê jiyanê, zimanê civakê, zimanê perwerdehî, zanist, felsefe, huner, çand û wêjeyeke pêşketî û li hemû Kurdistanê serwer bikin û li her derê cihanê belav bikin.
 
Zimanê kurdî xeta herî sor û stratejîk a neteweya kurd e. Nîşaneya hebûn û tunebûna me kurdan e. Ji ber vê divê hemû tevger, partî, sazî û derdorên kurd, bi giyanê seferberiyê têkoşîna zimanê kurdî xurt bikin, têkoşîna xwe bi kurdî bimeşînin, ji bo kurdî bi sedan hezaran xebatkaran,  derfetên mezin û butçeyê veqetînin. Divê zarokên me kurdan, ciwanên me, nifşên me yên nû bi hişmendiya zimanê xwe mezin bibin; di serî de siyasetmedar, nivîskar, hunermend û pêşengên gelê kurd, em hemû kurd her dem û li her derê têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin, bi kurdî bifikirin, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn. 
 
Bi vê bîr û baweriyê, em 15ê gulanê Cejna Zimanê Kurdî di serê de jin û dayikên kurd, li hemû kedkar û têkoşerên zimanê kurdî, li hemû gelê kurd pîroz dikin û bang û gazî dikin ku em her rojê bikin cejna zimanê kurdî.
 
Bê Ziman Jiyan Nabe!
 
Ziman Hebûn û Rûmeta Me ya Neteweyî ye!
 
Bila Kurdî Bibe Zimanê Fermî!
 
Bila Kurdî Bibe Zimanê Perwerdehiyê!
 
Dem Dema Bilindkirina Têkoşîna Zimanê Kurdî ye
 
Her Dem Kurdî, Li Her Derê Kurdî"