Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye

img
WAN - Nivîskar Heval Dilbahar ê di panela Cejna Zimanê Kurdî ya li navçeya Erdîşê de axivî, wiha got: “Têkoşîna zimanê kurdî berpirsyariyeke, însanî, wijdanî û exlakî ye.”
 
Komeleya Lêkolînên Çand, Ziman û Hunerê ya Arsîsayê di çarçoveya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de li navçeya Erdîş a Wanê panelek li dar xist. Gelek kes tev li panela ku Cevdat Zîlanî moderatoriya wê dikir bûn. 
 
ROLA JINAN 
 
Nivîskar Mahmût Çelebî yê di panele de axivî, dîroka wêje û zimanê kurdî vegot û wiha axivî: “Çand û zimanê kurdî bi salan e di bin zextan de ye. Bi gelek zehmetiyan hate heta roja me. Tevî polîtîkayên şer, hilweşîn û pişaftinê têkoşîna çand û ziman didome.”
 
Endama Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şefîka Bîlîcî jî qala rola jinan a li ser zimanê kurdî kir û wiha got: “Jinan her tim kurdî hînî zarokên xwe kirin. Rola jinan a li ser ziman zêde ye. Ziman, civak, nasname û çand e. Rola herî mezin a civakî jî aydê jinan e. Jin, jiyan, azadî û ziman girêdayî hev in.”
 
‘ZIMAN MANEWIYAT BI XWE YE’ 
 
Endamê komeleyê Ahmet Salgin ê got “Temamê dîrok, civak û çandê ji ziman pêk tê” destnîşan kir ku ziman manewiyat bi xwe ye û wiha got: “Bişaftin ji jiyan û çandê dûr ketine. Jiyan ji 3 pişaftinan pêk tê; pişaftina biyolojîk, psîkolojîk û civakî. Têkoşîna li dijî polîtîkayên bişaftinê di destê me de ye. Divê têkoşîna vê em heta dawiyê bidin.”
 
‘DIVÊ EM LI HER QADÊ TÊBIKOŞIN’ 
 
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Kovara Destarê Heval Dilbahar jî wiha got: “Zimanê kurdî, palpişta bingehîn a hebûn û azadiya netewa kurd e. Têkoşîna zimanê kurdî berpirsyariyeke, însanî, wijdanî, exlakî û gerdûnî ye. Li ser zimanê kurdî qedexe, pişaftin û dorpêçên cidî hene. Hemû sazî, dezgeh û kesên li ser navê kurdan têdikoşin divê li dijî xetereyên li ser kurdî di çarçoveya têkoşîna ziman de xwediyê bername, strateji û planên pir alî bin. Divê li her qadê têbikoşin, ji bo vê jî divê bi sedan saziyan vekin, mirovan perwerde bikin, îstîhdam bikin û budçeyê ji ziman re veqetînin.”