Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe

img
ŞIRNEX - Hevserokê Komeleya Çand û Ziman ê Birca Belek Cahît Akil, ê di panela Cejna Zimanê Kurdî de axivî û wiha got: “Heke ziman azad bibe dê civak jî çand jî azad bibe.”
 
Komeleya Ziman û Çand a Birca Belek ku li navçeya Cizîr a Şirnexê xebatên xwe dimeşîne di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li avahiya komeleya xwe paneleke li dar xist. Di panela ku moderatoriya wê Zamanxan Sariyildiz kir de Cahît Akil û aktîvîsta TJA’yê Zozan Aksû weke axivîner beşdar bûn. Newroz Ûysal û Ayşegul Dogan ên ji Partiya Çepên Kesk li Şirnexê bûn parlamenter  û gelek kes tev li panelê bûn. 
 
ASTENGIYÊN LI SER ZIMAN
 
Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Birca Belek Cahît Akil, bal kişand ser girîngiya ziman û wiha got: “Şoreşa herî mezin şoreşa ziman e. Heke ziman azad bibe dê civak jî çand jî azad bibe. Ji ber wê beriya her tiştî em girîngiyê didin ziman.” 
 
POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ 
 
Zozan Aksû ya pişt re axivî jî bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Ji bo civakekê tişta herî girîng ziman e. Berê kesên li dibistanan û avahiyên cemaweriyê bi kurdî diaxivîn re cezayê pereyi dihate birîn. Ev bi serê min jî hat. Hêj me tiştek nedizanî ji ber em bi zimanê xwe yê dayikê diaxivîn cezayê pere li me dihate birîn. Ji ber vê yekê divê li dijî pişaftin û qedexeyan em xwedî li zimanê xwe derkevin.”
 
QIRQIRINA ÇANDÊ 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal jî anî ziman ku sedemê nebûna perwerdehiya zimanê dayikê yê gelê kurd ji ber polîtîkayên dewletê yên taybet in û wiha got: “Birêz Ocalan di sala 2002’yan de got ‘Kurd ji qirkirina fîzîkî wêdetir bi qirkirina çandî re rû bir û ne’. Îro ev qirkirin bi ser çand û ziman tê bi rê ve birin.”
 
Panel, bi govenda hate gerandin û stranên hatin gotin re bi dawî bû.