Dê belgefîlma 4 jinên berxwedêr di hezîranê de bê nîşandan

img
STENBOL - Belgefîlma "Yikilacak Dûvarlar" (Dê dîwar hilweşin) a li ser siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Aysel Tûglûk û Sîbel Yîgîtalp, dê di meha hezîranê de bê nîşandan. 
 
Belgefîlma ""Yikilacak Dûvarlar" (Dê dîwar hilweşin) ku li ser Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak, Parlamentera HDP'ê ya berê Aysel Tûglûk û Parlamentera HDP'ê ya berê Sîbel Yîgîtalp ku li sirgûnê ye, hatiye çêkirin, dê di meha hezîranê de bigihê ber destê temaşevanan. Derhênerên belgefîlmê Hebûn Polat û Şerîf Çîçek in. Belgefîlm îlhamê ji pirtûka helbestan a "Yikilacak Dûvar" a Yuksekdag û pirtûka "Kurt Siyasetînin Mor Rengî" (Rengê Mor ê Siyaseta Kurd) a Gultan Kişanak digire. 
 
Derhêner Hebûn Polat têkildarî belgefîlmê axivî. 
 
Polat da zanîn ku kişandina fîlmê nêzî saleke wan xwariye û got ku gava dest bi kişandina belgefîlmê kirine hevdîtin bi Evîn Kişanak, keça Gultan Kişanak, Sedat Yuksekdag, hevjînê Fîgen Yuksekdag û Alaattîn Tûglûk, kekê Aysel Tûglûk re kirine û got: "Belgefîlm di ser van kesan re pêş ve çû. Hin beşên wê li Girtîgeha Kandirayê hatin kişandin." 
 
GIRTÎGEHA KANDIRAYÊ
 
Polat ji bo kêşanên li girtîgehê ev tişt gotin: "Ji bo vê diviyabû me destûr ji walîtiyê û şaredariyê bigirta. Gava me dest bi kêşanê kir, em wiha difikirîn ku dê destûr neyê dayîn. Lê me serlêdana xwe kir. Me bi xwe hin tevdîr girtin. Ji lew re gava logoya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê û navê wê dibihîsin, destûrê nadin. Me ev di çalakiyên berê de dîtibû. Li cihekî ku şano û konser tên qedexekirin, helbet belgefîlmeke wiha dê jib o dewlet û desthilatê cihê talûkeyekê be. Bi taybetî jî gava em çûn Girtîgeha Kandirayê, em bi zor û zehmetiyan re rû bi rû man. Me kêşanên li wir bi dizî kirin." 
 
LI DIJÎ TESLÎMIYETÊ BERXWEDAN
 
Ji lîstikvanên belgefîlmê Zehra Sûyû jî anî ziman ku gava ji bo lîstikê teklîf jê re hatiye kelecan bûye û got: "Bi awayekî min temas bi têkoşîn û berxwedana jinên pêşeng kir. Em bi desthilateke wiha re rû bi rû ne ku dixwaze vîna jinê teslîm bigire û li dijî vê desthilatê berxwedaneke jinan heye. Jinên ruhberxwedêr hene. Ev hevalên me hê jî vê berxwedanê didomînin." 
 
Ji NÇM'ê hunermend Kemal Yildirim ku muzîka belgefîlmê çêkiriye jî wiha got: "Fîgur hem di warê Rojhilata Navîn hem jî di warê Kurdistanê de hin form derxistin holê. Berî her tiştî jin, berxwedêr, parçeyeke têkoşîneke dûr dirêj in. Lewma tenê ne ez, bandorê li hemû derdorên civakê kirine. Lewma kêfxweş im, ji ber ku min muzîka belgefîlmeke wiha çêkiriye."