Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 180’yan a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Kurdan Erdogan red kir” derket. 
 
Rojnameya Xwebûnê ya bi kurdî heftane weşanê dike, di manşeta xwe de cih da hilbijartina serokkomariyê ya duh tûra wê ya duyemîn hate kirin. Hejmara 180’yan a rojnameyê bi manşeta “Kurdan Erdogan red kir” derket. 
 
Di manşeta rojnameyê de bal hate kişandin ser nirxandinên têkildarî encamên hilbijartinê yên li bajarên Kurdistanê. Her wiha di manşetê de nûçeyeke têkildarî berxwedana li Wargeha Mexmûr a ku ev demeke dorpêça artêşa Iraqê lê didome jî cih girt.