Dengbêj Şakiro hat bibîranîn

img

STENBOL - NÇM'ê di 27'emîn salvegera koça wî de Dengbêj Şakirê bibîr anî. 

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), têkildarî 27'emîn salvegera mirina Dengbêj Şakirê, li Beyoglûya Stenbolê çalakiyeke bîranînê li dar xist. Ji Dîwana Dengbêjan a NÇM'ê Bedreddîn Ebasî, Dengbêj Xeniyê Qereyaziyê, Mihemedê Serhedî û Dengbêj Xalîde tevlî bîranînê bûn. Her wiha hevalê zarokatiyê yê Şakiro, Mihemedê Beyro û gelek ciwan jî tevlî bîranê bûn. 
 
Mihemedê BEyro behsa Dengbêj Şakiro kir û stranên wî gotin. 
 
Çalakî bi kilmagotinê bi dawî bû.