Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê

img
AMED - Ji perwerdekarên Ma Muzîkê Ferhat Ertaş, ji bo tevlibûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê ev bang kir: "Bila her kes were tev li vê coşê bibe." 
 
Akademiya Ma Musicê ku li Amedê ji bo çanda kurdî gelek xebatên hêja dike, wê di navbera 7 û 11’ê hezîranê de bi şîara "Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin" 5’emîn Rojên Ma Muzîkê li dar bixe. Di çarçoveya bernameya ku bê lidarxistin de wê şagirtên Ma Muzîkê çend berheman ji bo guhdarvanan çêbikin û 3 rojan li Ma Music Center ve Zarok Ma pêşkêş bikin. Ji perwerdekarên Ma Muzîkê Ferhat Ertaş ku ew jî şagirtek Ma Muzîkê bûye, der barê bernameyê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û agahî parve kirin. 
 
TIŞTÊN FERBÛNE WÊ PÊŞKÊŞ BIKIN
 
Perwerdekar Ferhat Ertaş, diyar kir ku bername ji bo rojan hatiye amadekirin û wê di 7, 10 û 11’ê de bê lidarxistin û ev agahî dan: "Şagirt tiştên ku fêr bûne wê pêşkêşî guhdarvanan bikin. Bername ji bo her kesî vekiriye. Şagirtên me yên ku 3-4 sal in perwerdehiya amûr û deng dibînin wê di 7’ê mehê de li Ma Muzîkê hunera xwe pêşkêşî malbatên xwe û gel bikin ku da bizanin em çi kar dikin. Her wiha wê pêşkêşî me jî bikin. Em jî gelek meraq dikin ka dê çi derbikeve holê. Di 10 û 11’ê mehê de jî wê bername li Zarok Ma’yê berdewam bike."
 
DIXWAZIN XWE BIGIHÎNIN HERKESÎ
 
Ertaş, destnîşan kir ku derketina zarokan a li ser dikê û xwe pênasekirin ji bo zarokan gelek girîng e û wiha got: "Gava zarokek yan jî şagirtek li dijî qirkirina çandî stranek kurdî distirê, hem ji bo me hem jî ji bo malbatan serkeftinek e û cihê şanaziyê ye. Gelek bajarên cuda digehîjin me û ji me re dibêjin ‘hûn ê kengî li vir cih vebikin’. Em jî dixwazin û hewl didin ku xwe bigihînin wan deran û zarokan jî."
 
ZEHMETIYÊN DIKIŞÎNIN
 
Di berdewamê de Ertaş, bal kişand ser  zehmetiyên ku dikişîinin û ev tişt anîn ziman: "Bernameyên me yên ji bo xwe bigihînin hemû zarokên welat hene, lê ji ber qedexeyên faşîzmê em zihmetî dikşînin. Li Ewropa û Japonya niha hewldanên me hene. Her hiwa ji bo em zêdetir xwe bigihînin malbatan projeyeke me ya gundê muzîkê heye. Em hewl didin ku gundek muzîkê ava bikin kû malbat û şagirtên me xwe weke li mala xwe, li gundê xwe, cihekî ewle hîs bikin. Ew der wê ne tenê ji bo muzîkê, her wiha ji bo çandiniyê û dem derbaskirinê be jî. Ji xeynî vê, ji bo ku zarok ji çanda kurdî dur nekevin, xwe baştir bînin ziman û çanda xwe ji bîr nekin em dersên online jî didin."
 
BANGA BEŞDARBÛNÊ
 
Ertaş, bi lêv kir ku her kêliyê bi pişaftinê re rû bi rû ne û bang li gel û malbatên şagirtan kir ku bên bernameyê û zarokên xwe temaşe û guhdar bikin û bibînin ku ka zarokên wan çi hîn bûne û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bila bibînin ku kurdî hêj nefetisiye û di her kêliyê de hewl dide şax bide. Zarokên me xwe kurdî tînin ziman, kurdî distirên û kurdî dijîn. Bila her kes bê tev li vê coşê bibe. Em dixwazin zarok û malbatên din jî tev li me bibin. Wê ji bo me jî û ji bo zarokên me jî bibe kêfxweşî. Em hemû malbat û gelê xwe vedixwînin vê bernamê."
 
MA / Bazîd Evren