Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin

img

AMED - Bernameya 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi coşeke mezin dest pê kir. Di roja ewil Rojên Ma Muzîkî de ev peyam hat dayîn: “Hûn nikarin dengê huner û hunermendên kurdî qut bikin.”

 
Bernameya 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dirûşmeya “Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin” li Akademiya Ma Muzîkê ya li navçeya Peyasa Amedê dest pê kir. Bername rastî eleqeyeke mezin hat û bi coş derbas bû. Bernameya ku bi tevlibûneke zêde dest pê kir, ewil bi lêdana piyanoyê, piştre bi lêxistina kemanê berdewam kir. Mamosteyên Ma Muzîkê “Bawername” dan şagirtên xwe û şagirtan jî hunera xwe pêşkêşî beşdavanan kir. Dû re şagirtên tembûrjen derketin ser dikê û hunera xwe nîşan dan. Beşdarvanan jî bi çepikên xwe hezkirin û kêfxweşiya da der.
 
Di destpêka bernameyê de pêşkêşvan Ferhat Ertaş bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên li ser çanda kurdî û go ku kes nikar dengê huner û hunermendê kurdî qut bikin. Ertaş diyar kir ku wê huner û çanda kurdî li her derî olan bide û bijî.
 
Bername bi stranên Koma Sêtêlvanan bi dawî bû.