Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin

ENQERE - ANKA-DER'ê ji bo heyama nû ya zimanê kurdî û her wiha ji bo qursên erbane, baxleme, resm û gîtarê jî dest bi qeydan kir.
 
Komelaya Ziman Çand Hûnerê ya Ankayê (ANKA-DER) ku di hezîrana 2022'yan de dest bi xebatên xwe kir, qeydên heyama nû ya qursên kurdî da destpêkirin. Di heyama nû de ANKA-DER dê bi zaravayên kurdî kurmancî, kirmanckî û soranî perwerdehiyê bide û dê qursên erbane, baxleme, resm û gîtarê jî bide. Ders dê di 20'ê sibatê de dest pê bikin.
 
 
Ji mamosteyên komeleyê Ûmît Bozan der barê qeydan de agahî da û diyar kir ku ew bi xebatên xwe hewl didin ku kurd ji ziman û çanda xwe dûr nekevin û bang li her kesî kir ku ji bo heyama nû qeydên xwe çêbikin. Bozan diyar kir ku armanca wan ew e ku kurdên ji welatê xwe dûr in ji ziman û çanda xwe dûr nekevin û wiha got: “Bila werin û hînî kurdî bibin. Heger zimanê wan ê kurdî kêm be, divê xurt bikin. Yên ku kurdî baş dizanin bila fam bikin û bi zimanê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bibin. Bêyî perwerdeyê ziman qels û lawaz dimîne. Fêrbûn ne tenê zanîna axaftinê ye, di heman demê de nivîsandin û xwendin e jî. Em bang li gelê xwe dikin ku zimanê xwe biparêze. Em ne tenê bi zaravayê kurmancî, bi zaravayê kirmanckî û soranî jî dersê didin. Kurdên ku kurmancî dizanin dikarin zaravayên soranî û zazakî jî hîn bibin. Hemû bi hev re zimanê me ye. Her zarava, zaravaya me ye."