NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe

img
STENBOL - NÇM, ji bo piştgiriyê bide “Meşa Mezin a Azadiyê” ya di 1’ê sibatê de ji 2 baskan ve hatiye destpêkirin, dê du şahiyên gel li dar bixe. 
 
Navendan Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo piştgiriyê bide “Meşa Mezin a Azadiyê” ya di 1’ê sibatê de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, ji du baskan ve hatiye destpêkirin, dê du şahiyên cuda ên gel li dar bixe. Şahiyên ku dê bi dirûşma “Ji hunera azad ji meşa azad re hezar silav” bên li dar xistin de, dê dengbêj Evîn Sindî û Arhat derkevin ser dikê. 
 
Yekemîn şahiya gel dê di 9’ê sibatê saet 19.00’an de, li avahiyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li navçeya Bagcilarê were li dar xistin. Şahiye duyem jî dê di 13’ê sibatê saet 19.00’an de, li avahiyê DEM Partiyê ya li Sancaktepeyê were lidarxistin.