Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin

AMED -  Rêveberên MED-DER'ê diyar kirin ku ji bo serlêdanên qursên zimanê kurdî yên serdema nû tenê 3 roj mane û xwestin her kes serî li van qursan bide. 
 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) bibîr xist ku serlêdanên qursên rû bi rû û onlîne didomin. Piştî qeydên ku dê heta 12'ê Sibatê bidomin, dê ders di 20'ê Sibatê de dest pê bikin. Rêveberên MED-DER'ê têkildarî qeydên qursan agahî dan û destnîşan kirin ku kesên dixwazin kurdî hîn bibin bila vê derfetê ji dest beranedin.
 
Rêveberê MED-DER'ê Mazhar Aktaş bibîr xist ku dê qeyd heta 12'ê Sibatê bidomin û diyar kir ku qurs dê hem rû bi rû û hem jî online bin. Aktaş da zanîn ku dersên ziman bi zaravayên kurmancî û kirmanckî/zazakî tên dayîn. Aktaş bilêv kir ku ger daxwaz hebe dê bi zaravayê soranî ders bên dayîn û got: “Ji ber vê yekê banga me ev e; “Eger kesek bixwaze soranî fêr bibe dikare serî li me bide."
 
‘DIVÊ KURD XWEDÎ LÊ DERKEVIN'
 
Aktaş anî ziman ku li ser zimanê kurdî polîtîkayeke mezin a asîmîlasyonê tê meşandin û got: “Li hemberî vê polîtîkayê divê kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Ev ne tiştekî siyasî an jî polîtîk e. Mirov dixwaze bi zimanê xwe binivîse, biaxive û bigirî. Ev daxwazeke xwezayî ye, tu eleqeya wê bi siyasetê re nîn e. Çawa ku her enstruman bi dengê xwe tê naskirin, kurd jî bi zimanê xwe tên naskirin û dikare xwe îfade bikin."
 
BANGAWAZÎ
 
Hacî Ozkal destnîşan kir ku qeydên ji bo serdema nû dest pê kirine û wiha got: “Dema qeyda 10-20 kesan ji bo her polê temam bibe dê pola nû bê vekirin. Di kursa me de; ders ji pênc astan pêk tê; destpêk, asta yekem, duyem, sêyem û asta mamostetiyê." 
 
Ozkal anî ziman ku ji bo rûxandina asîmîlasyonê hewl didin û got: “Li hemberî vê asîmîlasyonê divê em dev ji parastina zimanê xwe bernedin. Ozkal banga xwe ya ji bo beşdariya li qursan dubare kir û got: "Divê ziman tenê bi qursan re sînordar nemîne, li malê, li kuçe û kolanan û di her warê jiyanê de were axaftin."