DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyekê nivîskî diyar kir ku heke zimanê kurdî nebe kurd û Kurdistan jî nabin û wiha got: “Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî.” 
 
Hevberdevkên Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyêya Gelan (DEM Partî) Cemîle Turhalli û Heval Dilbihar têkildarî perwerdeya zimanê kurdî bi sernavê “Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî” daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bêyî zimanê kurdî kurd û Kurdistan jî nabin û wiha hate gotin: “Em weke DEM Partiyê vîna bi milyonan kurdan, serbestî û azadiya zimanê kurdî ya li her qadê dixwazin û ji bo wê têdikoşin. Ev ji bo me xeteke sor û jêneger e.”
 
‘BÊYÎ ZIMANÊ KURDÎ KURD Û KURDISTAN JÎ NABE’
 
Daxuyaniya Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê ya têkildarî mijarê wiha ye: “Zimanê kurdî zimanekî herî qedîm û dewlemend ê mirovahiyê ye. Wek nirxekî mirovahiyê yê bingehîn di herka dîrokê de ji bo gelek zimanên din bûye jêderk û çavkaniyeke sereke. Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, nasname û nirxê sereke yê neteweya kurd e. Xîm û sîwana yekitiya neteweya kurd e. Bêyî zimanê kurdî kurd û Kurdistan jî nabe. 
 
HEBÛNA XWE BI SAYA TÊKOŞÎNÊ PARAST 
 
Ji ber van rastiyan e ku bi sedan sal e hêzên ku dixwazin kurd û Kurdistanê ji holê rakin hewl didin zimanê kurdî bi riya tunehesibandin, pişaftin, qedexekirin, dorpêçkirin û rêbazên cur bi cur ji holê rakin. Lê belê hem ji ber qedîmbûna zimanê kurdî, hem jî ji ber xwedîlêderketina gelê kurd zimanê kurdî heta îro hatiye. Bi taybetî di encama têkoşîna azadiya gelê kurd a van 50 salan de hişmendî, hewldan û xebatên parastin, zindîkirin û pêşxistina zimanê kurdî jî zêdetir bûne. 
 
MAFÊN ZIMANÊN DIN ÇI BIN ÊN ZIMANÊ KURDÎ JÎ EW IN
 
Bêguman ligel vê rastiyê rastiyeke din jî heye ku di roja me de jî bi rê û rêbazên cuda hewl tê dayîn ku zimanê kurdî bê dorpêçkirin, dortengkirin, sînordarkirin û di nava demê de bê helandin. Sekna me ya DEM Partiyê ya ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî bi awayekî zelal diyar e. Zimanê kurdî wek ingilîzî, elmanî, erebî, farisî, tirkî û hemû zimanên din xwedî hemû mafên bingehîn e. Mafên wan zimanan çi bin ên zimanê kurdî jî ew in.
 
DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE XWEDÎ STATUYEKE FERMÎ
 
Ji ber vê yekê; weke DEM Partiyê em vîna bi milyonan kurdan, serbestî û azadiya zimanê kurdî ya li her qadê dixwazin û ji bo wê têdikoşin. Ev ji bo me xeteke sor û jêneger e. Li ser vê bingehê em perwerdehiya bi zimanê kurdî dixwazin. Divê ji pêşdibistanan heta zanîngehan li her qadên fermî û civakî zimanê kurdî serbest û azad be. Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî. Ji bo vê jî çi pêwîst be divê bê kirin. 
 
DEM DEMA ZIMANÊ KURDÎ YE
 
Helbet ji bo pêkhatina van daxwazên gelê kurd ên herî mirovîn û xwebûnî divê di serî de gelê kurd, hemû derdorên azadîxwaz, şoreşger, demokrat û mirovahîparêz, hemû partî, sazî, dezgeh û rêxistinên civakî, tevgerên ciwan û jinan ên civakî, hemû siyasetmedar, nivîskar, hunermend û rewşenbîr her kêliyê û li her qadê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî bi rengekî herî şênber bilindtir û xurtir bikin; bi xebat û çalakiyên afirîner ên cur bi her derê bikin mal, dibistan û zanîngehên kurdî; kurdî hîn bibin, hîn bikin û bidin hînkirin.  Zimanê kurdî hebûn û xwebûna gelê kurd e. Ji bo zimanê kurdî her dem têkoşîn, li her derê têkoşîn. Dem dema zimanê kurdî ye.”