Li Amedê ‘Di wêjeyê de dengê jinê’ hate nîqaşkirin

img
AMED - Di gotûbêja binavê “Di Wêjeyê de Dengê Jinê” ku Komeleya Wêjekarên Kurd li dar xist de wiha hate gotin: “Wêje di heman demê de zayendperestiyê derbas dike lê ji aliyê pergalê ve tê astengkirin ku bi awayekî azad biherike.”
 
Ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd ve di çarçoveya 14’ê Sibatê Roja Çîrokan a Cîhanê û 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de gotûbêjeke bi mijara “Di Wêjeyê de Dengê Jinê” hate lidarxistin. Moderatoriya gotûbêjê ya li Şaxa Hejmara 1’an a Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Amedê hate lidarxistin, Dr. Dîlawr Zeraq kir û nivîskar Mizgîn Ronak jî weke axiver beşdarî gotûbêjê bû. Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle axaftina destpêkê kir. 
 
‘EM Ê WEKE BEDIRXANIYAN TÊBIKOŞIN’ 
 
Zeraq ê diyar kir ku divê renge jinê di wêjeyê de derkeve holê, destnîşan kir ku ziman di heman demê de dengeke û wiha got: “Dema ziman digihe mejî vediguhere fikrê. Li vê derê armanc ew e ku zimanê me perçe bikin û li gorî xwe wêjeyekê çêbikin û bi me bidin qebûlkirin. Em vê qebûl nakin. Çawa ku Celadet Bedirxaniyan ji bo ziman têkoşiyane em jî dê têbikoşin.”
 
Zeraq, destnîşan kir ku tişta ji bo wêjeya kurdî girîng ew e ku jin bi dengê xwe hebe û wiha berdewam kir: “Jin dikarin di wêjeyê de bi awayekî azad xwe ava bikin? Têkoşîna jinên kurd hişmeniya feodal û pratîka wê bi temamî ne hilweşandibe jî ji gelek aliyan ve gihişt wê hêza ku wî bide sekinandin.”
 
‘PERGAL ASTENG DIKE KU WÊJE BI AWAYEKÎ AZAD BIHERIKE’ 
 
Nivîskar Mizgîn Ronak a pişt re axivî jî diyar kir ku wêjeya kurd bi gelên Rojhilata Navîn re dijî lê ji ber di wêjeyê de ne xwedî sînerjî û dînamîkeke xurt e dibe hedefa rexneyan. Ronak, got ku “Pirsa esas a li vir were pirsîn ew e ku em wêjeyeke çawa dixwazin e” û axaftina xwe wiha domand: “Wêje zindî ye. Wêje di heman demê de zayendperestiyê derbas dike. Lê heke di wêjeyê de jin hebe ewilî ‘girîna jinê’, mêr hebe ‘bikaranîna tundiyê’ tîne bira mirov. Ev esas feodaliteyê tîne pêşiya me. Her çiqas wêje ji zindîbûna jiyanê pêk were jî ev yek asteng dike ku bi awayekî azad biherike. Ji ber ku ev pergala têkiliyan wejêye araste dike. Weke encam sînorên derveyî wêjeyê hatine avakirin hêj jî bi awayekî aktîf derdikevin holê û em van sînoran di berhemên edebî yên dixwînin de bi awayekî rehet dibînin. 
 
Gotûbêj, piştî pirs û bersivan bi dawî bû.