DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan

img
ENQERE - Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de DEM Partî dê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meşan li dar bixe, daxuyaniyan bide û çalakiyan li dar bixe. 
 
Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) amadekariyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dike. Komîsyonê, bernameya xwe ya 21’ê Sibatê eşkere kir. 
 
Bi îmzeyên Hevberdevkên Komîsyonê Cemîle Turhalli û Heval Dilbihar bernameya 21’ê Sibatê hate eşkerekirin. Li gorî bernameyê, dê di navbera 18-21’ê sibatê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meş û pîrozbahî bên lidarxistin, daxuyanî bên dayîn, panel û gelek çalakiyên cuda bên lidarxistin. Di roja ewil a bernameyê de dê li hemû mal, kolan û kargehan bi dengekî bilind li stranên kurdî bê guhdarîkirin, ji bo parastin û axaftina bi zimanê kurdî axaftinên kin bên kirin û vîdeoyên hatine kişandin jî li ser medyaya dijîtal bên parvekirin. Dê rêxistinên bajar û navçeyan vê xebatê birêxistin bikin û bişopînin. 
 
MEŞA JI BO ZIMANÊ DAYIKÊ
 
Partî dê di 19’ê sibatê de jî li Wanê ji bo zimanê dayikê meşê li dar bixe. Li gel vê, her wiha dê di 20’ê sibatê de li bajarên Sêrt, Mêrdîn, Şirnex, Dîlok, Riha, Çewlig, Dêrsim, Xarpêt, Colemêrg, Mûş, Bidlîs, Agirî, Qers, Erdexan, Îdir, Erzirom û navçeyên wê, di 21’ê sibatê de jî li Amed, Êlih, Cizîr, Mêrdîn û navçeyên wê; li Mereş, Meletî, Edene, Mêrsîn, Antalya, Stenbol, Kocaelî, Tekîrdağ, Îzmîr, Manîsa, Aydin, Mugla, Balikesîr, Enqere û Konyayê jî mean li dar bixe, broşuran belav bike û çalakiyên cuda li dar bixe. 
 
DÊ BI DOVÎZAN BÊ PROTESTOKIRIN
 
Parlamenterên DEM Partiyê dê di çarçoveya kampanyayê de heta 21’ê sibatê de ji bo mafê zimanê dayikê û têkildarî binpêkirinên di vê mijarê de, ji bo hemû wezaretan pêşnûmeyan pêşkeş bikin. Di 20’ê sibatê di civîna koma Meclisê de dê têkildarî zimanê dayikê û kurdî axaftin bên kirin. Her wiha dê di civînê de bi dovîzên kurdî bertek were nîşandan. Di heman rojê saet di 21.00’ê de dê li ser medyaya dijîtal xebata hastagê bê meşandin. Di roja 21’ê Sibatê de parlamenterên bi kurdî dizanin dê di lijneya giştî de mafê axaftinê bigirin û bi axaftinên zaravayên kurdî yên kurmancî û dimilî balê bikişînin ser perwerdeya bi zimanê dayikê. Di heman demê de parlamenter dê li lijneya giştî bi zimanên kurdî, suryanî û erebî dovîzan vekin. 
 
Tevahiya xebatan dê bi hevkariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û saziyên din bên kirin.