Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên TEV-ÇAND’ê ji bo tevlibûna mitînga ku dê di 17’ê sibatê de li Kolnê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin. 
 
Hunermendên di bin sîwana Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) de, têkildarî meşa ku dê di 17’ê sibatê de li bajarê Kolnê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk were lidarxistin daxuyanî dan û banga tevlibûna mitîngê kirin. 
 
Ji hunermendan Hozan Şemdîn, wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdeke giran de ye. Lewma gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li ser pêyan e. Weke hunermendên kurd, em jî dê tev li mitînga ku dê di 17’ê sibatê de li Koln a Almanyayê bê lidarxistin bibin. Em ê bi stranên xwe li wir bin.” Hozan Şemdîn, banga tevlibûnê li her kesî kir.