Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin

img
STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurd û NÇM’ê dê di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li Stenbolê panelekê li dar bixe. 
 
Komeleya Lêkolînên Kurd û Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de dê sibê li avahiya NÇM’ê ya li Beyoglû ya Stenbolê panelekê li dar bixe. 
 
Moderatoriya panela ku dê saet di 17.00’an de dest pê bike dê Jiyan Ay bike. Umer Bazman dê bi serenavê “Di perwerdehiya taybet de rola zimanê dayîkê çiye?” pêşkeşiyekê bike. Ekrem Kaçbaşi jî dê bi serenavê “Mafên ziman çi ne û kurd kîjan mafan daxwaz dikin?” û Habîbe Polattag jî bi serenavê “Di çavkaniyên biyanî de jinên kurd” pêşkeşiyê bikin.