Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'

img
AMED - Di panela bi navê “Wêje û Ziman” de ku ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd ve hat lidarxistin, hat diyarkirin ku zextên li ser zimanê kurdî dewam dikin.
 
Di çarçoveya çalakiyên 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji aliyê Komela Wêjekarên Kurd ve panelek bi navê "Wêje û Ziman" hat lidarxistin. Panela li Şaredariya Xana Axparê (Çinar) bi moderatoriya M. Saît Arzû û bi beşdariya helbestvan Herdem Merwanî û Sebrî Vural hat lidarxistin. 
 
‘DİLİMİZİ YENİ NESİLLERE AKTARMALIYIZ’
 
Arzû anî ziman ku ew bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin lê hê jî zimanê wan nebûye zimanê perwerdehiyê ye û wiha got: “Li gorî lêkolînên ku ji aliyê UNESCO'yê ve hatine kirin li derdora 6 hezar ziman hene. Lê 2 hezar û 500 ji wan ji ber ku ne zimanê perwerdehiyê ne bi tunebûnê re rû bi rû ne. Tevî hemû êrişên li dijî zimanê me jî, li gorî lêkolînan zimanê kurdî di nava 128 zimanan de di rêza 8’emîn de ye. Ev yek nîşan dide ku zimanê me çi qasî dewlemend e. Divê em zimanê xwe bi xwe sînordar nekin, divê em wî fêrî zarokên xwe jî bikin û bidin nifşên nû. Eger em vê yekê bikin, dê bi me re sînordar be." 
 
Arzûyê bal kişand ku di xizmetên tenduristiyê yên Wezareta Tenduristiyê de hîna jî kurdî tune ye û wiha got: "Wezaretê daxwaznameya ji bo xizmeta bi kurdî bersivand, lê bersiva wê ev bû: 'Tu bi kurdî dizanî.'" 
 
‘ZIMAN PIRA JIYANÊ YE'
 
Paşê helbestvan Sebrî Vûral axivî. Vûral anî ziman ku di ziman de dayik hêmana bingehîn in ku zimanê zikmakî heta roja îro tînin. Vûral bilêv kir ku ziman amûrek e ku di navbera du kesan de pêwendiyê peyda dike û got: "Ji bo mirov ji hev fêm bikin, zimanê zikmakî girîng e. Ziman pira jiyanê pêk tîne. Ev pir çi qasî xurt be, li hember êrişan jî ew qasî berxwedêr e. Sedema vê jî ew e ku zarok di 7-8 saliya xwe de zimanê xwe yê zikmakî hîn dibin."
 
 Vûral destnîşan kir ku mafê dewletên serdest nîn e ku mafê zimanê zikmakî binpê bikin û got: “Di hemû olan de zimanê dayikê yê civakan tê qebûlkirin. Serdestan em ji vê yekê bêpar hiştine. Lê ziman nasname û axa mirov e." 
 
‘PÊŞENGÊN WÊJEYÊ JIN IN'
 
Helbestvan Herdem Merwaniyê diyar kir ku wêje bi zimanê çêdibe û pêşenga wê jin in. Merwaniyê got: “Kurdî û wêjeya kurdî tim rastî talanê hatiye. Yekemîn dîroka wî ya nivîskî di Avestayê de cih digire. Li vir behsa dîroka berxwedana jinê tê kirin. Hin deverên Avestayê ji hêla desthilatdaran ve hatine dizîn û ji bo xwe adapte kirine. Têkoşîna jinê heye, lê her tim tê paşguhkirin. Ligel îslamiyetê ji bo wêje, huner û jina kurd jî serdemeke tarî ye. Wêje û dîroka kurdî xwe li ser dengbêjiyê ava kiriye." 
 
Merwaniyê da zanîn ku di serdema komarê de jî êrişa li ser dîrok û çanda kurdan dewam kiriye û got: "Di vê serdemê de zîhniyeta serdest a 'eger hûn nikarin çanda kurd tune bikin, berhemên wê bidizin' e. Gelek berhemên kurdî hatin dizîn û ji forma wan a resen hatin derxistin û li gorî hewcedariyên ew adapte kirin. Peyama 'kurd  nikarin bi serê xwe tiştekî bikin' didin." 
 
Piştî axaftinan beşa pirs û bersivan dest pê kir. Paşê panel helbest û stranan bi dawî bû.