Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin

STENBOL- Şanoya bi kurdî "Qral û Travîs" berî bê lîstin bi saetekê ji aliyê Qeymeqamtiya Şîşliyê ve hat qedexekirin. 
 
Şanoya bi kurdî "Qral û Travîs" ya ji aliyê Şano Arê ve li kurmancî hat wergerandin, vê carê jî li Stenbolê berî bê lîstin bi saetekê ji aliyê Qeymeqamtiay Şîşliyê ve hat qedexekirin.
 
Şanoger gava li Navenda Çandê ya Cemîl Candaşê amadekariyên lîstikê dikirin, ji wan re hat ragihandin ku dê lîstik neyê lîstin. Ji bo qedexekirina şanoyê ku hemû bilêtên wê hatibûn firotin, tu sedem nehat ragihandin.