Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin

img
STENBOL - Di panela ku di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji aliyê Komeleya Lêkolînên Kurdî û NÇM'ê ve hat organîzekirin, mafê zimanê dayikê û girîngiya wî hat gengeşekirin.
 
Komeleya Lêkolînên Kurdî û Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de panelek li dar xistin. Nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî panela ku li avahiya NÇM'ê ya Beyogluyê hat lidarxistin, bûn.
 
Di panela ku bi moderatoriya Jiyan Ayê hat lidarxistin de mamosteyê Komeleya Lêkolînên Kurdî Habîbe Polattag li ser "Jina Kurd di çavkaniyên biyanî de" û mamosteyê Komeleya Lêkolînên Kurdî Umer Bazman li ser "Di perwerdeya taybet de rola zimanê dayikê çi ye?" û Parêzer Ekrem Koçbaşi jî li ser “Mafên ziman çi ne û kurd çi mafan dixwazin?” axivî. 
 
Habîbe Polattag ku axivî, bal kişand ser nirxandinên kesayetên dîrokî yên li qadên cuda yên li ser jinên kurd. Di vê der barê de Polattag da xuyakirin ku jinên kurd di çavkaniyên biyanî de bi aliyên xwe yên şervanî derdikevin pêş û bal kişand ser jinên kurd ên di dîroka Kurdistanê û bi têkoşîna xwe navdar.
 
Piştî Polattag, Umer Bazman axivî. Bazman bal kişand ser pirsgirêkên zarokên ku mafê wan ê perwerdehiya bi zimanê zikmakî nîn e. 
 
Di dawiyê de Parêzer Ekrem Koçbaşi axivî. Koçbaşi bal kişand ser têkiliya têkiliya di navbera maf û azadiyên civakî û desthilatdariyê de. Koçbaşi bal kişand ser erkên bingehîn ên desthilatdariyê jî û got: "Di her civakê de rastiyeke desthilatdariyê heye. Di nava civakê de dixwazî bê xwestin an jî neyê xwestin ​​azadiya zindîkirina raman, huner û çandê mijareke vê desthilatdariyê ye. Lê belê ger desthilatdarî ji bo erka xwe ya sereke neyê bikaranîn, wê demê desthilatdarî tu wateya xwe namîne."
 
Koçbaşi anî ziman ku bi taybet bi rejîma komarê ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hat avakirin, gelek mafên gelê kurd hatine paşguhkirin û got: "Pêşîgirtina mafên ziman jî di vê pêvajoyê de pirsgirêkê dide der. Îro li cîhanê bi zêdetirî 7 hezar zimanan tên axaftin, lê hîna zimanê kurdî nehatiye naskirin. Dema em li gelê kurd dinêrin ku ji serdema komarê ve bi zilmê re rû bi rû maye, rastî êrişên li dijî hebûniyê tên. Ji ber ku êrişkar êrişî tiştên bingehîn ên ku hebûna wê pêk tînin dike û ziman yek ji girîngtirîn beşên hebûna civakê ye."
 
Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan berdewam kir û bi konsereke dengbêjiyê bi dawî bû.