Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan

img
AMED - Koma Çand Ma'yê ku armanca wê ew e ku zarokên li Sûrê di warê hunerê d eperwerde bibin, wiha bang kir: "Werin em bi hev re Çand Ma'yê ava bikin." 
 
Ma Music Center ku li Amedê perwerdeya muzîkê û atolyeyên bi zimanê zikmakî yên kurdî li dar dixe, di 7'emîn salvegera damezrandina xwe de hewl dide Çand Ma'yê veke. Çand Ma ku dê bi armanca zarokên li Sûrê bi zimanê zikmakî di warê çand û hunerê de perwerde bike, dê di 20'ê Adarê de wekî diyariya Newrozê bê vekirin.
 
Koordînatorê Ma Music Centerê Şêrko Kanîwar, ji ajansa me re behsa armancên Çand Ma'yê û awayê xebatên ku dê bimeşînin kir.
 
DIYARIYA NEWROZÊ
 
Şêrko Kanîwar diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyên Amedê hatin kirin, bi malbat, hunermend, perwerdekar û saziyên sivîl re Ma Music Centerê ava kirine û got: “Ji ber ku em li vir man, muzîk ma, zarokên me man. Piştî pandemiyê me bi malbatên xwe, hemû hunermend û hunerhezên kurd re xwe gihand her çar aliyê cîhanê û me Zarok Ma'yê ava kir. Niha em di 7'emîn salvegera damezrandina Ma Music Ceterê de ne. Wekî Ma Music Center û Zarok Ma ev 7 sal in em bi zarokan re tên cem hev û hewl didin çand û hunera kurdî bi awayekî akademîk û bi taybetî jî muzîka Kurdî bigihînin hemû zarokên xwe. Niha em dixwazin li Sûrê, bi taybetî di warê muzîk û çand û hunerê de perwerdeyê bidin zarokên Sûrê. Em dixwazin Çand Ma ji zarokan re bibe diyariya Newrozê."
 
Koordînatorê Ma Music Centerê Şêrko Kanîwar
 
‘DÊ ÇAND BIJÎ'
 
Kanîwar anî ziman ku Çand Ma tê wateya "çanda me" û wiha got: "Bi sedan sal in gelek tişt ji me standin. Wan em avêtin zindanan, lê ya ku me zindî dike û me digihîne pêşerojê çanda me ye. Bîra me ya çandî ewqas xurt e ku ji me re vê dibêje; Bîra me çiqasî xurtir bibe, em ê ew qasî karibin çanda xwe bigihînin pêşerojê. Li Dîclekentê şaxa me heye, navê wê Zarok Ma ye. Çi dibe bila bibe, ji bo çanda me bijî û bigihê nifşên nû, em ê Çand Ma'yê diyarî zarokên Sûrê bikin." 
 
Kanîwar da zanîn ku armanca wan ew e ku perwerdeya rîtm, saz, şano û govendê bidin zarokên di navbera 0-14 salî de û got ku ew ê ji bo zarokan fîlmên kartonî û stop-motîon çêbikin û gelek atolyeyên cihêreng li dar bixin. Kanîwar bilêv kir ku armanc ew e ê ku zarokên li Sûrê bi çand û hunera xwe ya bi zimanê xwe mezin bibin û got ku ew ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin. 
 
‘WERIN EM BI HEV RE AVA BIKIN'
 
Kanîwar bi bîr xist ku Ma Msuic Center û Zarok Ma jî bi piştevaniyê hatine vekirin û wiha dewam kir: “Me bi vê weşanê me ji bo vekirina Çand Ma'yê kampanya da destpêkirin. Kesên ku dixwazin piştgiriyê bidin Çand Ma'yê dikarin ji me pirtûkan bikirin. Armanca me em pirtûkxaneyeke bi navê Ehmedê Xanî ava bikin. Ên bixwazin dikarin ji bo pirtûkxaneyê maseye, kursî, amûra fotokopiyê, amûrên muzîkê bikirin. Kî dixwaze piştgiriyê bide zarokan bila bi me re têkilî deynin. Dê bi vî awayî piştgiriyê bidin zarokên li Sûrê. Werin, em bi hev re Çand Ma'yê ava bikin.”