Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin

img
WAN - Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê dê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di 19’ê sibatê de meşê li dar bixin. 
 
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî dan. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankart û dovîzên balê dikişînin ser girîngiya zimanê dayikê hatin hilgirtin. 
 
Cîgirê Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Yakup Yamaç bertek nîşanî qedexeyên ser zimanê kurdî da û got ku ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên pişaftinê dê di 21’ê Sibatê de gelek çalakiyan li dar bixin. Almaç, diyar kir ku ziman nîşaneya hebûna civakekê ye û ev tişt anî ziman: “Zimanê civakekê dîroka wê civakê ye. Ziman, hemû nirxên civakekê radixe ber çavan. Hêj îro jî dema li Parlamentoya Tirkiyeyê bi zimanê kurdî tê axaftin, weke ‘zimanê nayê zanîn’ an jî ‘zimanê X’ tê qeydkirin. Ev jî weke şermekî mezin a Tirkiyeyê di dîrokê de cih digire.” 
 
Almaç, ji bo çalakiyan banga tevlibûnê kir û da zanîn ku dê di 19’ê Sibatê de bi dirûşma “Em jî bo kurdî dimeşin” dê meşeke girseyî li dar bixin û banga tevlibûn kir. Almaç, got ku dê piştî meşê saet di 17.00’an de li pêşiya Perîhan AVM’ê daxuyaniyê bidin. 
 
Her wiha Almaç da zanîn ku dê di 20’ê sibatê saet di 12.00’an de têkildarî qedexeyên li ser kurdî dê belovakan belav bikin.