Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê

img
RIHA - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bi lîstika "Mirin di xewê de bû" balkişand ser grevên birçîbûnê ku girtiyên siyasî dane destpêkirin.  
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê bi lîstika "Mirin di xewê de bû" balkişand ser gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dane destpêkirin. Lîstik, ji hêla Tiyatro Îmge ya girêdayî Weqfa Lêkolînên Zanist Perwerde Çand û Hunerê (BEKSAV) ve hate lîstin. Endam û Rêveberên partiyên siyasî û saziyên giredayî platformê ne jî beşdarî pêşkeşkirina şanoyê bûn. 
 
Beriya pêşkêşkirina şanoyê endamê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Rihayê Salîh Tekînalp axivî. Tekînalp di axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dane destpêkirin û anî ziman ku divê kes çavên xwe li zilmê re negire. Piştî axaftinê lîstika şanoyê hat pêşkêşkirin. 
 
LÎSTIKA ŞANOYÊ
 
Lîstika ‘Mirin di xewê de bû’ pêvajoya rojiya mirinê ya çar rewşenbîran a li welatê Amerîkaya Başûr vedibêje. Şanoger Cûma Boynûkara bi tena serê xwe lîstikê dilîze. Di heman demê de lîstik balê dikişîne ser tiştên li Girtîgeha bi Hejmar 5’an Amedê.