Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin

img
ŞIRNEX - Yek ji lîstikvanê listika “Qral û Travîs” a hatiye qedexekirin Denîz Ozer wiha axivî; “Heke eywan tune bin, em ê li kolanan listika xwe bilîzin”. Erdal Kaya jî wiha axivî: “Qedexe dê nikarin me asteng bikin”. 
 
Qedexeyeke din li konser û şanoya bi kurdî zêdê bû. Herî dawî lîstika bi navê “Qral û Travîs” hate astengkirin. Lîstik ji hêla Qeymeqamtiya Şîşliyê ve, bêyî hincetekê nîşan bidin, beriya saeteke lîstinê, hate qedexekirin. Heman lîstik berî niha di 11’ê sibatê de li Dîlokê, di 17’ê sibatê de jî li navçeya Panosa Agiriyê hatibû astengkirin. 
 
HINCETA QEDEXEYÊ 
 
Ji listikvanên listika “Qral û Travîs” Denîz Ozer derbarê biryara qedexekirina listikê de axivî û biryarê weke faşîzm pênase kir. Ozer, destnîşan kir ku di nava 2 mehan de lîstika wan 3 caran hatiye qedexekirin û wiha axivî: “Sedemên vik û vala diafirînin. Ji bo biryara qedexeyên hinceta nedana teksta listikê, nîşan dan. Heya niha min listikvaniya 400 lîstikan kir, li tu deran tişteke wiha nehat xwestin. Ev tenê ji bo qedexekirinê hincet in. Herî dawî li Şişliyê, berî saeteke derketina ser dikê, lîstik qedexe kirin. Bi van hincetan dixwazin bi qedexeyan me bitirsînin û pêşî li afirandina bi zimanê zikmakî, asteng bikin. Lê belê em ê li her derê bi zimanê xwe yê zikmakî ve şanoya xwe bidomînin.” 
 
Ozer di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li dijî qedexeyan bersiva herî baş xwedîderketin e û wiha pê de çû: “Tevî qedexeyan em ê nîşandana lîstikên xwe bidomînin. Eywanên şanoyê li me bigirin jî, em ê şanoya xwe bidomînin. Eywan tune bin, em ê li kolanan, li cadeyan, li malan lîstikên xwe bilîzin. Bijî şanoya bi kurdî.”
 
‘DÊ ŞANOYA BI KURDÎ BIDOME’
 
Erdal Kaya bertek nîşanî qedexeyên şanoya bi kurdî da û ev tişt anî ziman: “Ev qedexe bi îro ve dest pê nekirin. Duh jî qedexe hebûn. Dibe ku sibê jî bidomin. Lê belê em wek şanoger û hunermendên kurd, vê tiştê dibêjin; heke zimanê me, hunera me, şanoya me asteng bikin, sahneyan li me qedexe bikin, em ê jî li kolanan vê yekê bikin. Em ê dest ji zimanê xwe, dest ji hunera xwe bernedin.” 
 
Kaya di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku temaşevan piştevaniya xwe nîşanî wan didin û wiha pê de çû: “Ev jî me kêfxweş dike. Niha ne tenê kesên mezin, ciwan û zarok jî eleqeyeke mezin nîşanî listikên me didin. Dema ku mirov tên û di zimanê xwe yê zikmakî de tiştekê temaşe dikin, kêyfxweş dibin. Em jî li ser dikê kêfxweş dibin.” 
 
Kaya wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em jî li dijî van qedexeyan bisekinin. Ev qedexe nikarin hunermend û temaşevanan asteng bikin. Zimanê me, zimanê zikmakî ye. Em bi vî zimanî hatin dinê, em bi vî zimanî dijîn. Jiyana me çawa berdewam bike, dê şanoya bi kurdî jî berdewam bike.” 
 
MIJARA LÎSTIKÊ
 
Travîs Pîne welatiyekî ji Amerîkayê ye û tevî gelek caran der barê welatê xwe de şikestinan dijî û xizan e. Gelek ji welatê xwe hez dike lê belê tevî şikestinên xwe dûrî pirsgirêk û geşedanên li welatê xwe jî namîne. Travîs difikire ku serokê welat, welat baş birêve nabe û li gorî wî her ku diçe welat bêhtir ber bi xerabûnê ve diçe. Ji ber vê yekê Travîs nêrînên xwe yên der barê welat de ji serokê welat re nameyan dişîne. Ji ber xwedina nameyan serokê welat wek neyînî bandor dibe. Rojekê ajanê FBI’yê Tom Walker tê mala Travîs. Peywira ajan Walker astengkirina nameyên Travîs e. Lîstik der barê Travîs Pîne yê kal û çîroka wî ya rojane, kenokî û kefxweş de ye. Herwiha polîtîkayên hikûmet û rayedarên Amerikayê yên xirab û bandora van polîtîkayên neyînî yên li ser mirovahiyê û cîhanê radixe ber çavan.
 
MA / Omer Akin