‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'

img

AMED - Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle destnîşan kir ku zimanê zikmakî nasnameya hebûniyê ye û got ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê divê têkoşîna heyî bê bilindkirin. 

 
21'ê Sibatê di sala 1999'an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve wekî "Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" hat qebûlkirin. Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, di heman demê de ji bo zimanên bi xetereya mirinê re rû bi rû ne wekî roja bibîranînê jî tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê di çarçoveya polîtîkaya yekzimanî de heya niha 18 ziman bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Her wiha polîtîkaya asîmlasyonê ya li dijî kurdî jî bênavber didome. Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle, bi boneya 21'ê Sibatê bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî. 
 
'ZIMAN HEBÛNIYEKE NASNAMEYÎ YE'
 
Dîjle ku got "Ziman, ji amûr û amrazeke ragihandinê wêdetir, hebûna herî bi qîmet a civakê ye" wiha axivî: "Ji lew re di nava vê hebûniyê de zîhniyet, exlaq û estetîka civakê ya di warê fikrî û hestî de heye. Ev dibe nasnameya hebûniyê ya civakê. Civak bi vê nasnameya ku zîhniyet, exlaq û estetîka civakê di xwe de dihewîne jiyana xwe îdame dike. Lewma mirov dikare bibêje ku asta pêşketina zimanê civakekê asta jiyana wê civakê dide der. Bervajiya vê jî, asta zimanê civakekê çi qasî kêm û qels be, asta jiyana wê jî ew qasî kêm û qels e. Ev qelsbûyîn helbet jixweber çênabe. Çi yekser çi jî neyekser, çi bi darê zorê çi ne bi darê zorê, piştî wextekê xwe dide der. Û ev rê li ber asîmlasiyonê vedike." 
 
Dîjle destnîşan kir ku gava civakek nikaribe jiyana xwe bi zimanê xwe îdame bike dê di bin hegemonyaya zimanê serdest de bi mirinê re rû bi rû bimîne û got: "Ji lew re gava tu nikaribî bi zimanê xwe jiyana xwe îdame bikî û zimanê te têkeve bin hegemonyaya zimanê serdest û ew zimanê serdest liv û tevgera bi zimanê te ya li qadên jiyanê bixitimîne, çi yekser çi neyekser tu ber bi wî zimanê serdest ve diçî. Çûyîna ber bi vî zimanê serdest ku em vê wekî asîmlasyonê bi nav dikin, çi dike? Te ji hebûniya te ya xweser, te ji cewhera te dûr dixe û îzole dike. Gava tu ji wê cewhera xwe ya xweser dûr bikevî, helbet êdî tu ne 'xwe' yî. Tu dibî unsûr, hêman an jî kaniya jiyana devereke din û tu yê êdî bi awayekî xweser nikaribî xwe îfade bikî; wê rengekî din li te bê barkirin. Ev jî asîmlasyon bi xwe ye. Asîmlasyoneke hişk e." 
 
'QIRKIRINA ÇANDÎ'
 
Dîjle bilêv kir ku asîmlasyon awayekî dîtir ê qirkirinê ye û wiha pê de çû: "Asîmlasyon di heman demê de, rê li ber qirkirinê vedike; qirkirineke nefizîkî, qirkirineke çandî. Ji lew re qirkirina çandî ji ya fizîkî pir dijwartir e. Ango ev qirkirina çandî, piştî wextekê te dike koleyê civakeke din. Koletiya ku em li vir behs dikin, helbet ne koletiya ku li ser esasê keda maddî hatiye avakirin. Em behsa koletiya li ser esasê zîhniyet, bîr, beden û ruhê tê avakirin dikin. Ev jî koletiya li ser koleytiyê ye û asîmlasyon û qirkirin bi xwe ye. Ji ber ku tu êdî ji xwe dûr î û tu bi zimanekî din jiyana xwe îdame dikî. Tu nikarî bi kodên xweser ên civaka xwe bijî û tevbigerî. Çimkî zimanê serdest ê ku tu di bin hegemonyaya wê de, çi li te ferz bike, tu li gor wê hereket dikî. Li gor bîr û baweriya min, ev di heman demê de koletî ye. Ev koletî çi dike? Mesafeyeke dûr û dirêj dixe navbera zimanê te û kesayetiya te. Ev mesafe dike ku tu bi kodên zimanê xwe tevngerî û ne fikirî."
 
'PÊWENDIYA KURDAN A BI HEQÎQETÊ WAN RE TÊ ASTENGKIRIN'
 
Dîjle bal kişand ser girîngiya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî û ev tişt gotin: "Ji ber vê, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikamkî ya Cîhanê, rojeke girîng e, ji bo ziman û civakên bindest. Di heman demê de rojeke têkoşînê ye, ji ber ku ev roj bi bedelan hatiye ragihandin. Ev roj, çawa ji bo zimanên bindest ên din girîng be, ji bo kurdî jî xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Lewma em vê rojê wekî roja têkoşînê ya zimanê kurdî ku bibe zimanê fermî û perwerdehiyê esas digirin. Divê civak jî bi vê hesasiyetê nêzî vê rojê bibe û hewl bide vê têkoşînê bilind bike. Ji ber ku jiyana bi zimanekî din ango bi zimanekî biyanî, jiyaneke di bin nîrê kolonyaliyê de ye. Ji lew re gava tu bi vî zimanê ku zimanê te dagir kiriye jiyana xwe bidomînî, dê ev jiyan ne ji bo te ji bo wan be. Gava mirov bi rengê xwe jiyana xwe nedomîne an jî bi zimanê xwe rengekî li jiyana xwe bar neke, ew ne tu jiyan e."
 
Dîjle destnîşan kir ku civakên ji zimanê xwe bêpar dê tu carî nikaribin pêwendiyeke rast bi heqîqeta xwe re deynin û wiha domand: "Banga me ji bo raya kurdî ev e ku bi zimanê xwe, pêwendiyeke rast bi heqîqetê re deynin û vê pêwendiya bi heqîqetê re jî bi nasnameya xwe ya esasî re deynin. Ji lew re gava mirov ji zimanê xwe bêpar be, dê nikaribe pêwendiyeke rast bi heqîqetê re deyne. Gava mirov nikaribe pêwendiyeke rast bi heqîqetê re deyne, dê nikaribe pêwendiyeke rast bi nasnameya xwe re jî deyne. Civakên bênasname, bêguman seqet in, civakên netemam in. Ev seqetbûyîn û netemambûyîn jî dibe sedema nexweşiyan. Em li gor vê rastiyê li dor zimanê xwe bibin xelek û li hemû qadên jiyanê bikin zimanê danûstendinê. Bi vî awayî, kîjan roj be jî em ê pêwendiya wê heqîqetê bi nasnameya xwe re deynin. Û êdî dê jiyana me ne ji bo cihekî din, dê ji bo xaka me bibe hêman û unsûra herî girîng a jiyanê."
 
DÊ BI WÊJEYÊ ZIMANÊ KURDÎ BERBIÇAVTIR BIKIN
 
Dîjle ku car din bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çanda zimanê serdest û netew-dewletê, her tim hewl dide ku zimanên li gor çanda wan qelsmayî di nava xwe de bimehîne. Ji bo vê jî serî li rê û rêbazên jiholêrakirinê an jî biçûkxistinê dide. Mixabin kurdî yek ji wan zimana ye ku nesîbê xwe pir ji van qedexeyan girtiye û hîn jî digire. Em her roj dibin şahid ku lidarxistina daxuyaniyekê, lîstina şanoyekê an jî daliqandina pankarteke bi kurdî bi sedemên ku mirov nikare bibêje sedem, tên qedexekirin. Armanc jî ew e ku kurd nikaribin pêwendiyê bi heqîqeta xwe û nasnameya xwe ya esasî re deynin. Ji lew re gava raya kurdî pêwendiyê bi heqîqet û nasnameya xwe re deyne, dê nikaribin li ser wê xwedî hukm bin. Sedema van qedexeyan jî bi temamî kuştina vî ruhê xweser e. Em Komeleya Wêjekarên Kurd komeleyeke wêjevanan e ku wêje jî hêmana wê ya esasî ziman e, em hewl didin vî ruhî, vê estetîkê û vê zîhniyetê ya xweser bi rêya wêjeyê berbiçav bikin. Heya niha xebatên me li ser vî esasî bûne û dê ji niha û pê ve jî wiha be. Heya ji destê me bê em ê bi rêya wêjeyê, ruh, nasname û rengê xweser ê hebûniya vê civakê li hemû qadên jiyanê bi berhemên kurdî berbiçav bikin."