Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin

ENQERE - Endamê ANKA-DER’ê Yûsûf Varli destnîşan kir ku kêmasî ne tenê di hînbûna gramerê de ye, divê ziman bi peyvan were hînbûn. 

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji sedî 40 ê zêdetirî 7 hezar zimanên cuda yên li cîhanê bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ne. Li gorî heman daneyan her 2 hefteyan carekê zimanek ji holê radibe. Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdeyê (UNESCO) ya NY’yê bi armanca teşwîqkirina pir zimaniyê di sala 1999’an de biryar wergirt û 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand. Li gelek deverên cîhanê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi çalakî û bûyerên cuda tê pêşwazîkirin, li Tirkiyê jî ev roj di hawireke ku zext û qedexe lê hene de tê pêşwazîkirin.
 
Endamê Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) ku li Enqereyê xebatên xwe dide meşandin Yûsûf Varli, ser girîngiya Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî axivî û derbarê xebatên xwe de hin agahî parve kirin.
 
JI SEDÎ 40 Ê 7 HEZAR ZIMANAN WINDA DIBE
 
Yûsûf Varli destnîşan kir ku armanca wan a sereke, parastina zimanên ku ber bi windabûnê ne û da zanîn ku îro li cîhanê nêzî 7 hezar ziman tên axaftin û bi bîr xist ku ji sedî 40’ê van zimanan bi tunebûnê re rû bir û ne. 
 
Varlî destnîşan kir ku ji ber feraseta netewe dewletê, ziman û çandên civak û gelên kêmhejmar dikevin di bin xetereyê û da zanîn ku polîtîkayên mêtingeriyê rê li ber windabûna ziman û çandan vekiriye. Varlî bi bîr xist ku 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ji bo hestiyariya pirzimanî çêbe û pirzimaniyê teşwîq bike, hatiye diyarkirin û anî ziman ku ew jî dê wek ANKA DER, bi komele û platformên ziman re werin cem hev û çalakiyan li dar bixin û got: “Parastina zimanê zikmakî, parastina bingeha mirov bi xwe ye. Hem di qada taybetde hem di qada giştî de fêmkirin û axaftina ziman, wek giştî bihgeha parastina ziman e. Em jî dê bi çalakiyên xwe ve ser vê rastiyê bisekinin, naverok û bangên xwe li gorî vê yekê amade bikin.” 
 
GIRTINA SAZIYAN, JI ZIMANÊ ZIKMAKÎ DÛR XIST
 
Varli di berdewama axaftina xwe de ser zext û qedexeyên li dijî zimanê kurdî sekinî û girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Kurdî Derê bi bîr xist. Varlî da zanîn ku ciwan, pîr, jin, mêr û zarok hezaran kes zimanê xwe di nava van saziyan de hîn dibû û anî ziman ku bi girtina van saziyan gel ji bo hînbûna zimanê xwe cih nedît û wiha axivî: “Sekna hînbûn û fêmkirina kurdî, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, ji bo parastina zimanê kurdî mijareke pir girîng e. Serdest vê yekê dîtin û zextê li komeleyan kirin. Girtina saziyan rê li ber dûrketina zimanê dayikê û pê re girêdayî rê li ber dûrketina nasmeya kurd jî vekir. Wekî ku min got, gel ji zimanê zikmakî dûr dikeve. Peyv û gotinên bi tirkî dikevin nav zimanê zikmakî û zimanê dayikê diguhere. Êdî li gelek deverên Kurdistanê bi tirkî tê axaftin. Ev rewş jî gelek xirab e.” 
 
‘DIVÊ TÊKOŞÎN, BI HÎNBÛNA ZIMANÊ ZIKMAKÎ DEST PÊ BIKE’
 
Varli balê kişand ser xerabûna zimanê zikmakî û tirkîbûna ziman û wiha pê de çû: “Îro zarokên me perwerdeya xwe tim bi zimanê tirkî distînin. Di televîzyonê de tim weşanên bi tirkî tên kirin. Mecrayên medya dijîtal her çiqas hin derferan bidin jî, bi giştî ser ziman bandoreke neyînî ava dikin. Êdî navên zarokên me dibin tirkî. Di axaftina malê de, di axaftina jiyana rojane de, gelek peyv bûne tirkî. Ji ber vê yekê divê em komele û saziyan vekin, piştgirî bidin van saziyan da ku gelê kurd were van saziyan û destûr nede zimanê me yê zikmakî winda bibe. Îro bi hînbûna ziman, dê têkoşîn baştir were pênasekirin û fêmkirin. Divê mirov bi hînbûna zimanê xwe, têkoşînê bide destpêkirin. Divê gelê me li zimanê xwe xwedî derbikeve. Ji ber zimanê me hêdî hêdî winda dibe û divê em destûr nedin vê yekê.”
 
'HEZARAN PEYV WINDA BÛN'
 
Varli da zanîn ku ziman ne tenê bi hînbûna rêzimanê tên hînbûn û diyar kir ku divê ziman bi peyvan were hînbûn. Varli destnîşan kir ku ji ber vê kêmasiyê hezaran peyv winda bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro dema ku em bala xwe didin berhemên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî 10 hezar, herwiha 100 hezaran peyvên cuda cuda hene. Divê em xwedî li peyvên xwe derbikevin. Ne tenê bi hînbûna ziman, divê em dengên kurdî jî hîn bibin.” 
 
Di dawiya axaftina xwe de Varli her kesê vexwend xwedîderketina zimanê xwe yê zikmakî û bang kir her kes di xebatên ziman de berpirsyarî bigire û piştevaniya xebatên pêşxistina ziman bike.