Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’

img

WAN - Rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên xwestin li Wanê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê belavokan belav bikin hatin astengkirin. Sazî û partiyên piştî meşa li darxistin daxuyanî dan, xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. 

 
Komeleya Lêkolînên Çand, Ziman û Hunerê ya Arsîsayê û rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên li Wanê, xwestin bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li navenda bajêr belavokan belav bikin. Kesên li ber avahiya DEM Partiyê ya Rêya Armûşê hatin bahev bi astegnkirina polîsan re rûbirû man, girseyê li ser vê yekê meş li dar xist. Tevahiyê meşê dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” , “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzkirin. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çand a DEM Partiyê Heval Dilbihar ê piştî meşa heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr hate kirin axivî, wiha got: “Îro destûr nedan me ku em belavokên ji bo kurdî bibe zimanê fermî belav bikin. Ev desthilata şermê ye. Em vê qedexeyê lanet û şermezar dikin. Em li kolanan, malan, taxan bi zimanê xwe biaxivin, zimanê xwe hîn bibin û bidin hînkirin. Em dixwazin kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.