'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'

img
RIHA - Endamê Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê Parêzer Şahîn Dogan bi lêv kir ku tevî di hevpeymanên navneteweyî de perwerdehiya zimanê dayikê hatiyê mîsogerkirin jî perwerdehiya zimanê kurdî qedexe ye û got ku zimanê kurdî di hevpeymanên navneteweyî de bêpar hatiye hiştin.
 
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17'ê Mijdara 1999'an de piştî ku xwendekarên zanîngeha Bangladeşê di 21'ê Sibata 1952'yan de ji bo zimanê xwe yê zikmakî di çalakiyan de hatin qetilkirin, 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ragihand. Di çarçoveya vê rojê de, UNESCO ji bo balê bikişîne ser zimanên bi xetereya windakirinê re rû bi rû dimînin, raporan amade dike. Li gorî UNESCO’yê, li cîhanê 2 hezar û 500 ziman bi xetereya windabûnê re rû bi rû ne. 
 
Ji avabûna Komara Tirkiyeyê vir ve zimanê kurdî qedexe ye. Ji ber qedexebûna ziman gelek kurd rastî îşkence û qetlîaman hatin. Di encama têkoşîna gelê kurd de her çi qas hin destkêftî di warê ziman de bi dest ketibin jî perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî hê qedexe ye. Gelê kurd ku wekî her sal îsal jî 21'ê Sibatê di nav van qedexeyan de pêşwazî dike, li her qadê daxwaza perwerdehiya bi fermî ya zimanê dayikê dike. Her çi qas dewletên navneteweyî bi hevpeyman û zagonan mafê perwerdehiya zimanê dayikê mîsoger kirine jî ev qanûn û hevpeyman ji bo gelê kurd û neteweyên bindest derbas nabin. Tevî ku Tirkiye li gor hevpeyman û zagonên navneteweyî yên der barê mafê zimanê dayikê de tevnagere jî dewletên navneteweyî ji vê binpêkirinê re bêdeng in. 
 
Endamê Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê Parêzer Şahîn Dogan ku têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê der barê mafê zimanê dayikê de axivî, bi lêv kir ku tevî Tirkiye bi qedexekirina zimanê kurdî re hevpeymanên navneteweyî binpê dike jî dewletên navneteweyî li dijî vê yekê bêdeng in û got ku hemû jî hevkarên vî sûcî ne. 
 
'SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'
 
Dogan, anî ziman ku qedexebûna zimanê kurdî sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: "Li Tirkiyeyê zimanê kurdî di dibistanan de qedexe ye ji ber ku dewlet naxwaza kurd zimanê xwe hîn bibin û bi zimanê xwe biaxivin. Divê zimanê kurdî di dibîstanan de bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê. Ev yek jî sepana polîtikaya asîmîlekirinê ye. Heke neteweyek zimanê xwe nizanibê wê di pêşerojê de dîrok û nasnameya xwe jî ji bîr bike. Ji aliyê hiqûqî ve jî zimanê dayikê mafê herî bingehîn e. Lê li Tirkiyeyê ev yek pêk nayê. Em qedexebûna zimanê kurdî di dadgehan de jî dibînin. Li dadgehan heke yek bixwaze bi kurdî parastina xwe bike, hincetan didin der ku ew bi kurdî parastinê neke û asteng dikin. Ziman maf e. Ziman bi qasî jiyanê girîng e. Ji aliyê ziman ve gelek maf tên binpêkirin. Tevî ku zimanê kurdî di hevpeyamanên navneteweyî de hatiye diyarkirin ku mafê herî bingehîn e mirovahiyeyê jî, ev yek li Tirkiyeyê pêk nayê. Qedexebûna zimanê kurdî sûcê li dijî mirovahiyê ye." 
 
'DIVÊ TEVAHÎ RABIN SER PÊYAN'
 
Bi domdarî Dogan bal kişand ser hevpeymanên navneteweyî yên ji bo parastina mafê zimanê dayikê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevî ku Tirkiyeyê li gor hevpeymanên navneteweyî tevnagere jî dewletên li dinyayê vê yekê re çavê xwe digirin û der barê Tirkiyeyê de lêpirsînan venakin. Ji ber ku berjewendiyên wan bi Tirkiyeyê re hene. Ji ber wê jî vê yekê re çavê xwe digirin. Zimanê kurdî di hevpeymanên navneteweyî de bêpar hatiye hiştin. Hemû dewletên cîhanê hevkarê vî sûcî ne. Ji bo em kurd mafê perwerdehiya fermî bi dest bixin divê em hemû bibin yek û hişmendiya ziman bê avakirin. Heke em tevahî bi hişmendiyeke ziman rabin ser pêyan em dikarin mafê xwe bi dest bixin.  Divê hemû sazî û partiyên siyasî li ser vê yekê bibin yek û ji bo bidestxistina mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê têbikoşin."
 
'DIVÊ HEŞMENDIYA KURDÎ BÊ AVAKIRIN'
 
Di dawiya axaftina xwe de Dogan destnîşan kir ku li dijî polîtikayên asîmîlekirinê yên dewletê divê hişmendiya kurdî bê avakirin û axaftina xwe wiha qedand: "Wekî Baroya Rihayê ji bo hişmendiya kurdî bê avakirin em perwerdehiya zimanê kurdî didin endamên xwe. Tevlibûneke baş jî hebû. Her wiha her tim bi panelan em balê dikşînin ser girîngiya zimanê kurdî. Di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de jî em ê bi panel û bernameyan vê rojê pîroz bikin. Ji bo hişmendiya kurdî di zarokan de bê avakirin divê malbat bi zarokên xwe re bi kurdî bi axivin û çîrokên kurdî ji wan re bêjin. Her wiha bila zarokên xwe jî bişînin perwerdehiya zimanê kurdî. Divê li ser ziman bêtir xebat bên kirin û ji bo perwerdehiya zimanê kurdî sazî û dezgê bên vêkirin."
 
MA / Mahmût Altintaş