'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'

img

ŞIRNEX - Rêvebera Komeleya Birca Belek a Ziman û Çandê Zaman Sariyildizê diyar kir ku li dijî êrişên li ser zimên pêwîstî bi xurtkirina têkoşînê heye û got: "Desthilatdariya heyî zimanê kurdî wekî xetereyekê dibîne, ji ber ku dizane hebûna kurdî tunebûna wan e." 

Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye damezirandin heta niha zext, gef, êriş, pişavtin û qedexeyên li ser zimanê kurdî berdewam in. Di encamên polîtîkayên desthilata heyî de tenê di 24 salan de gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê kurd ji ber axaftina bi kurdî rastî êrişên nijadperest hatin û di van êrişan de gelek kurd hatin qetilkirin û gelek ji wan jî bi birindar bûn. Girêdayî vê heta niha gelek mîhrîcan, şano û konserên kurdî bi hincetên cuda hatin qedexekirin. Rêvebera Komeleya Bircak Belek a Ziman û Çandê Zaman Sariyildiz der barê qedexe, astengî û êrişên li ser zimanê kurdî de axivî. 
 
'KURDÎ LI SER HEBÛNA XWE WEKE XETEREYEKÎ DIBÎNIN'
 
Sariyildizê diyar kir ku gelê kurd 21'ê Sibatê bi êrişên li ser ziman pêşwazî dike û wiha axivî: "Di roja Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de me jî dixwest ku wekî hemû gelan zimanê xwe bi şahî, bi cil û bergên xwe pîroz bikira. Zimanê me hebûna me ye, xwebûna me ye û nasnameya me ye. Ziman bingeha neteweyan e. Ji ber wê yekê dema ku mirov li cîhanê dinêre li hemû deran heke ku azad bijî zimanê wî jî pêş dikeve, xurttir dibe û xweştir dibe. Em dixwazin ku wekî hemû gelan bibe xwedî statûyeke siyasî û wekî her gelekî daxwaz dikin ku zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê yê fermî. Ev bi salan e ku desthilata heyî li dijî zimanê kurdî polîtîkayeke dide meşandin. Em vê nêzikatiya wan a li hemberî kurdî baş dizanin. Sedema vê neyartiya li hemberî zimanê kurdî jî em dizanin. Ji ber ku desthilatdariya heyî dizane ku bernameyên kurdî pêşve dibe. Dizanin ku şanoyên kurdî bingeha zimanê kurdî ye. Ji ber wê jî van qedexeyan danîn ber. Dizane ku her gelek bi zimanê xwe heye. Dizanin ku kurd çiqasî dewlemend in û zimanê wan çi qasî dewlemend e. Dizanin heke ku zimanê kurdî hebe ev dê bibe tunebûna wan. Ji ber wê li ser hebûna xwe weke xetereyekî dibînin û bi qasî ku ji destê wan tê êrişî zimanê kurdî û hebûna kurdî dikin."
 
'JI AVABÛNA KOMARÊ HETA NIHA PIŞAFTIN HEYE'
 
Zaman Sariyildizê bi lêv kir ku ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha zimanê kurdî her tim rastî polîtîkayên pişaftinê hatiye û got: "Dema ku em dibêjin 'jin jiyan azadî' em vê bi wate dibêjin. Avakara jiyanê ya sereke jin e. Ji ber wê em dibêjin avakara ziman jî jin e. Ji ber ku têkoşer, şoreşger ê cîhanê yê ewil ê ziman jin in. Ji ber wê divê ewilî jin û dayik xwedî li ziman derkevin û di malên xwe de, li tax û kolanan bi zarokên xwe re bikurdî biaxivin. Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta roja me ya îro li ser zimanê kurdî pişaftinek heye. Dixwazin ku zimanê kurdî û kurd bên qirkirin. Bi qedexekirina çanda kurdî, zimanê kurdî, stranên kurdî dixwazin bidin nîşandan ku gelekî wekî kurd nîn e. Ji ber wê jî êrişên wan ê li ser zimanê kurdî her ku diçe zêdetir dibin."
 
'ME DIKIN KUJERÊ ZIMANÊ ME'
 
Sariyildizê anî ziman ku di parastina ziman de rol û mîsyona dayikan gelek e û axaftina xwe wiha qedand: "Beriya niha dewletê zimanê me asîmîle dikir lê niha em xwe bi xwe asîmîle dikin. Em di nava malê de bi zimanê biyanî diaxivin. Polîtîkayeke ew qasî zirav tê meşandin ku haya me jê çênabe. Em ji zimanê xwe ditirsin, em dibêjin heke ku em bi zimanê xwe biaxivin em ê bên girtin, binçavkirin, kuştin. Heta ku zimanê me jî dikin siyasî. Me dikin kujerê zimanê me. Em ê her tim têkoşîna xwe ya ji bo parastina ziman bidomînin. Di parastina ziman de rol û mîsyona dayikan pir mezin e. Divê her tim bi zarokên xwe re zimanê dayikê anku zimanê xwe biaxivin. Bila siyasetmedarên kurd siyaseta xwe bi kurdî bikin, nivîskar bila bi kurdî binivîsin, hunermend bila hunera xwe bi kurdî bikin. Encax bi vê rêbazê em dikarin li hemberî êrişên li ser ziman bisekinin. Ne tenê 21'ê sibatê û 15'ê Gulanê divê her tim kurdî hebe û em her tim bi kurdî biaxivin." 
 
MA / Zeynep Durgut