Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî

img

AMED - Di nava meha dawî de şano, stran û bîlboardên bi zimanê kurdî ji hêla AKP’ê ve hatin qedexekirin. Lê namzetên AKP’î ji bo dengê kurdan bigirin hewl didin bi kurdî biaxivin û ev hewldana wan weke “durûtî” hate nirxandin. 

Îro 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Di serî de zimanê kurdî, bertekên li dijî pişaftina li dijî ziman û nasnameyên cuda, polîtîkayên zext û qedexeyê zêde dibin. Li hêla din polîtîkaya siyasetmedaran a li dijî zimanên cuda jî balê dikişîne. Bi taybet jî qedexeyên îktîdara AKP’ê yên li dijî zimanê kurdî berdewam in. AKP, ji bo di hilbijartinên 31’ê adarê de dengê hilbijêrên kurd wergire,  namzetê wê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Mûrat Kurum di “Hevdîtina Amediyan” de axivî, bi kurdî silav da. Ev hewldana wî jî weke mînaka şênber a polîtîkaya “durûtiyê” hat nirxandin. Rojek piştî silavdayîna bi kurdî ya Kurum, di 16’ê sibatê de lîstiya şanoyê ya bi kurdî ya “Qral û Travîs” a Şano Arê hate qedexekirin. Ev polîtîkaya AKP’ê li ser medyaya dijîtal li ser medyaya civakî weke “durûtî” hate nirxandin. 
 
Di nava mehekê de çendek qedexe û astengkirinên li dijî zimanê kurdî wiha ne: 
 
“*Lîstika ‘Qral û Travîs’ a Şano Arê di 11’ê sibatê de li Dîlokê, di 7’3e sibatê de jî li Agiriyê hate astengkirin. Herî dawî jî bi biryara qeymeqamtiya Şîşlî ya Stenbolê ve hate qedexekirin. 
 
*Qeyûmê Wanê nehişt afîşên bi nivîsa kurdî yên ‘Dem dema zimanê kurdî ye’ yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bîlboardan bê daliqandin. 
 
*Malpera înernetê ya Rojnameya Xwebûnê ku weşana xwe bi kurdî dike, li ser biryara 2’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Erzurumê ve hate astengkirin. Têkildarî asengkirinê tu sedem nehatin nîşandan. 
 
*Hesaba JINNEWS’ê ya kurdî a ‘@JinnewsKurmanci’ li Tirkiyeyê hate astengkirin. 
 
*Dayika welatiyekî ya 80 salî S.Ç. ku di 17’ê çileyê de ji Wanê hate Stenbolê,  bi sedema ku bi zimanê tirkî nizane bi saetan li Balafirgeha Stenbolê hate sekinandin. 
 
* Di dema vekirina bûroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Amedê de Midûriyeta Emniyetê anons kir û îdia kir ku vekirina stranên “Lê Amedê ” û “Berxwedan jiyan e’ qedexe ne.