Li Amedê têkildarî çareserkirina meseleya kurd dê konferansek bê lidarxistin

img
AMED - Platforma Piştevaniyê û Parastina Bajêr a Amedê dê di 24’ê sibatê de têkildarî çareseriya meseleya kurd a di bingeha demokratîk û aştiyane di mijara dikarin çi bikin de danûstandina nêrînan bikin, konferansekê li dar bixe. 
 
Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ya li dijî polîtîkayên neçareserkirinê yên di meseleya kurd de kete nava liv û tevgerê dê têkildarî çareseriya meseleya kurd a di bingeha demokratîk û aştiyane de di mijara dikarin çi bikin de danûstandina nêrînan bikin, konferansekê li dar bixe. 
 
Konferansa ku nûnerên saziyên sivîl ên civakî, rêxistinên pîşeyî, kar û maf ên li herêmê bên bahev, dê di 24’ê sibatê saet di 12.00’an de li Hotela Mîtanî were lidarxistin. 
 
Di vexwendnameya ji beşdarvanan re hate şandin de û têkildarî armanca konferansê ev tişt hatin gotin: 
“Qadên pirsgirêkan ên ji ber neçareserkirina meseleya kurd hatin afirandin weke 40 salên derbasbûyî berdewam dikin. Sedema herî bingehîn a xetimîn û pirsgirêkên di qadên hiqûq, demokrasî, mafên mirovan û aboriyê de bêguman neçareserkirina meseleya kurd e. Polîtîkayên ewlehiyê û rêbazên tundiyê yên ji bingeheke çareseriyê dûr weke hemû civakê me jî têxe nava fikaran. 
 
Em weke Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê; Weke hemû rêxistinên civakî yên sivîl, pîşeyî, maf û kar ên li herêmê, em weke berpirsyariyeke gelekî hêja dibînin û di heman demê de berpirsyariyeke dîrokî ye ku di vê pêvajoyê de li hev bicivin û li ser bingeha demokratîk û aştiyane ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi dikare bê kirin dan û standina nêrînan bikin.
 
 
Bi vê hesta berpirsyariyê em girîngiyê didin tevlibûna we ya civîna ku wê di 24.02.2024’an de li Amedê bê lidarxistin da ku di pirsgirêka kurd de derfetên bi hev re aştî û çareseriyê biafirînin û ji bo beşdariya we em ji niha ve spasiyên xwe pêşkêş dikin.”