Çalakiyên 21’ê Sibatê: Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat xwestin ku statûya zimanê kurdî bê qebûlkirin û kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. 
 
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Çalakî û xwepêşandan bi pêşengtiya rêxistinên ziman û civaka sivîl hat lidarxistin û hat xwestin ku kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê. 
 
ENQERE
 
Egîtîm Senê li avahiya navenda giştî ya Enqereyê daxuyanî da. Serokê Egîtîm Senê Kemal Irmak bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê. Irmak, got ku perwerdeya bi zimanê dayikê hînkirina zimanê duyemîn hêsantir dike û meharetên zarokan ên fikirîn û xweîfadekirinê bi erênî bandor dike. Irmak, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Astengkirina zimanê dayikê herî zêde bandorê li zarokan dike. Dijderketina hînkirina zimanên dayikên yên derveyî zimanê fermî, ji hêlekî ve dijderketina li rêgeza sereke ya zanistan perwerdeyê û zanistê ye. Tirkiye pesnê xwe dide ku li cîhanê tekane welat e ku cejnek diyarî zarokan kiriye. Lê belê ji ber paronaya ‘dê welêt parçe bibe’ nahêle bi milyonan zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. Ev yek nîşan dide bê ka di nava nakokiyeke çiqasî mezin de ne.” Irmak, bang kir ku tevahiya astengiyên li ser zimanê dayikê bên rakirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî têkildarî mijarê bi tevlibûna gelek kesan daxuyanî da. 
 
STENBOL 
 
Şaxa SES’ê ya Stenbolê li pêşiya buroya xwe ya li Aksarayê daxuyanî da. Sekretera Şaxa SES’ê ya Şîşliyê Ferdane Çakir di daxuyaniyê de axivî û got ku yek ji hêmayê herî sereke ya bandorê li xwegihandina xizmetên tenduristiyê û qelîteya wê dike ziman e. Çakir, ev tişt anî ziman: “Daxwaza xizmeta bi zimanê dayikê; parçeyeke jêneveger ê mafê tedawiyê, mafê nexweş û mafê jiyanê ye. Rêya xizmeta wekhev a ji bo her kesî, bikaranîna mafê zimanê dayikê ya di vê qadê de ye.” 
 
Çakir, ev daxwaz rêz kir: 
 
* Divê pergala perwerdeyê li gorî rastiya welêt a pirnasnameyî, pirçandî û pirzimanî jinûve bê sererastkirin û derfetên perwerdeya bi zimanê dayikê ji pêşdibistanan heta zanîngehê ji hemû welatiyan re bi awayeke bêpere û wekhev bên afirandin. Di vê çarçoveyê de divê dibistanên ji hêla tenduristiyê ve perwerdeyê didin ji hêla pirzimaniyê bên avakirin û beriya zimanên biyanî, bêhtir girîngiyê bidin ser ziman û zaraveyên cuda yên li Tirkiyeyê. 
 
* Heta ku di pergala perwerdeyê de ev guherîn tên kirin; ji bo kedkarên tenduristiyê yê li herêmên ziman û zaravayên cuda lê tên axaftin qursên ziman ên bêpere bên dayîn. 
 
* Ji bo kedkarên tenduristiyê yên bi zimanên cuda dizanin bi awayekî dilxwaz biçin van herêman, di mijara mafên wan bên başkirin û tevdîrên teşwîqkirinê bên girtin. 
 
* Divê ji bo xebatkarên tenduristiyê yên di beşên 112, UMKE, Lêgerîn Rizgarkirinê û servîsên lezgîn ên herêmên zimanên cuda lê tên axaftin, qursên ziman bên vekirin û perwerdeya xizmeta navxweyî bên dayîn. 
 
* heta ku xalên nivîskî yên li jor pêk tên jî weke qonaxeke demkî kesên bi ziman baş dizanin û wergêr li saziyên tenduristiyê bên bicihkirin. 
 
RIHA
 
Rêxistina Dem Partiyê ya Rihayê jî li pêşiya avahiya xwe ya li Xaçerêya Uçaksavar a li navçeya Halîliyeyê daxuyanî da. Li gel pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, namzetên DEM Partiyê û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn. Bi zaraveyên kurmancî û kirmanckî yên kurdî û bi zimanên tirkî û erebî pankarta “Zimanê me rûmeta me ye, dem dema zimanê kurdî ye” hate vekirin. Ji rêveberên ÎHD’ê Muslum Saraçoglû metna daxuyaniyê ya hevpar xwend. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî bertek nîşanî polîtîkayên zext û tunehesibandinê yên li ser zimanê kurdî da. Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê jî tekildarî 21'ê Sibatê li avahiya xwe daxuyanî da. Endam û rêveberên ÎHD jî di daxuyaniyê de amade bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Mûstafa Vefa ve hat xwendin. Vefa bi lêv kir ku zimanê dayikê bingeha mafê mirovahiyê ye û tevî vê yekê jî gelek zimanê gelek netewan qedexe ye. Vefa, bi domdarî wiha got: “Li Tirkiyeyê ji xeynî zimanê tirkî, rewşa zimanên din gelek xerab e. Tevî ku li Tirkiyeyê gelek ziman hene, di çarçoveya giştînameyeke sala 2012’an de ji xeynî tirkî tenê hinek ji van zimanan dikarin di dibistanan de wekî dersa bijarte, ji pola pêncan destpêkirî bên xwendin. Heta pola pêncan veqetîna zarokan ji zimanê dayikê û zordestiya li ser wan ji bo hînbûn û bikaranîna zimanê fermî di warê zanist, huner, çand û perwerdeyê de binpêkirina mafê zarokan e.”
 
Vefa, xwest ku perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê diparêzin û ev tişt anî ziman. “Pirsgirêka kurdî pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye. Mijara herî esasî ya pêşveçûna çareserkirina vê pirsgirêkê û pêkanîna aştiya civakî, rakirina astengiyên li hemberî ziman û zaraveyên kurdî ye.”
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî bi pêşengtiya ARÎ-DER’ê meşeke girseyî hat lidarxistin. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li meşê bûn. Girseya ku li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Êlihê kom bû, li vir kortej çêkirin û dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta “Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê” hate vekirin. Her wiha gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin. Her wiha girse strana “Zimanê Kurdî"  striya û heta Parka Yilmaz Guney meşiya. 
 
Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlum Tenha bang li her kesî kir ku di her qada jiyanê de ji bo zimanê kurdî berpirsyartiyê li xwe bigirin. Tenha, bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û banga mezinkirina têkoşînê kir. Çalakî, bi gerandina govendan bi dawî bû. 
 
DÎLOK 
 
Rêxistina DBP’ê ya Dîlokê jî li Parka Yeşîlsu ya li navçeya Şahînbey a Dîlokê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz be” hate vekirin. Rêveberê Rêxistina DBP’a Dîlokê Abdullah Acar di daxuyaniyê de axivî û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kir. 
 
SÊRT
 
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê (BOTAN-DER) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li ber avahiya xwe ya li sûka Sêrtê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Bila zimanê dayikê bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê” û “Dem dema zimanê kurdî ye” û dovîzên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Em her malekê bikin dibistana kurdî” hatin hilgirtin. Hevserokên BOTAN-DER’ê Beşîre Aslan û Ferhat Topak, Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, hevserok û rêveberên DBP, DEM Partî û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Metna hevpar ji hêla rêveberê berê yê BOTAN-DER’ê Mehmet Saît Toprak ve hat xwendin. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
COLEMÊRG 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê li pêşiya buroya hilbijartinê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê” hate vekirin. Her wiha dovîzên “Zimanê me hebûna me ye”, “Zimanê kurdî nasnameya me ye” û “Ji bo kurdan statû” hatin hilgirtin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de wiha got: “Divê her kes li her derê bi zimanê kurdî biaxive, bixwîne û binivîse. Bi kurdî binivîse û bijî. Werin em hemû mal, kolanan, taxan, mezrayan, gundan, bajar û bajarokan veguherînin dibistan û zanîngehên kurdî. Bijî zimanê kurdî.” 
 
Li navçeya Geverê jî li pêşiya buroya hilbijartinê daxuyanî hate dayîn. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Ercan Sevmez di daxuyaniyê de axivî û got ku têkoşîna zimanê kurdî têkoşîna herî stratejîk e. 
 
MÊRDÎN
 
Li Mêrdînê jî bi boneya 21’ê Sibatê meş hat lidarxistin. Meş, li pêşiya avahiya DEM Partiyê dest pêk ir û dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Meş heta pêşiya avahiya DBP’ê domiya. Gelek kes tev li bûn û Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Necla Acibuca axivî. 
 
Acibuca, got ku divê zimanê kurdî weke zimanê fermî bê qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Divê statûyeke fermî ya kurdî hebe û bibe zimanê perwerdeyê. Banga me ji bo her kesî ew e ku xwedî li kurdî derkevin û ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî bixebitin.” 
 
Meş bi dirûşman bi dawî bû. Piştre jî girse çû serdana Nobeta Edaletê. 
 
ŞIRNEX
 
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengiya Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê û Komeleya Çand û Ziman a Birca Belekê li ber avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê daxuyanî hate dayin.  Parlamenterên DEM Partiyê yên bajar Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, namzetên hevşaredarên navend û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê, MEBYA-DER, TUHAD-DER û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Jin bi kincên xwe yên kurdî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên,”Kurd Kurdî Kurdistan” , “Ez kurd im perwerdehiya bi kurdî dixwazim” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin hilgirtin. 
 
Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Fatma Gîzleyîcî ve hate xwendin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî di daxuyaniyê de axivî. Aslan, diyar kir ku mîna her zimanî, zimanê kurdî jî pîroz e û ev tişt anî ziman: “Lê dewleta tirk li dijî gelê kurd û zimanê kurdî derhiqûqiyan dike. Gelo yên bi vekirina TRT 6’ê pesnê xwe didin çima meşa îro ya ji bo ziman qedexe kirin? Çima dema li Japonyayê jî qursa kurdî vedibe mudaxile dikin? Çima mîhrîcana me ya kurdî qedexe dikin?  Ev kes durûtiyê dikin. Yên kurdî nas nekin kurd jî wan nas nakin. Em durûtiya li dijî zimanê kurdî teşhîr dikin û qebûl nakin. Heta qedexeya li ser zimanê kurdî bi dawî dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Piştî daxuyanî û axaftinan, çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
DAXUYANIYA HEVPAR A LI BAJARAN 
 
Di Metna hevpar a li gelek bajaran hatiye dayîn de wiha hate gotin: 
 
“21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di bingeha xwe de, bi armanca parastin û wekheviya hemû zimanan hatiye îlankirin. Lê sed mixabin di roja me de jî hê gelek ziman bê statû ne û pêşeroja wan nediyar e; di bin xetereya pişaftin, helandin û jiholêrabûnê de ne. Îro li Anatoliyayê zimanên wek suryanî, lazî, boşnakî, hemşînî, çerkezî, ermenkî, rûmkî û erebî li ber tunebûnê ne. Yek ji zimanên ku di xeterê de ye jî zimanê kurdî yê bi dehan milyon kurdan e.
 
ZIMANÊ KURDÎ DIL, GIYAN, HIŞ Û LAŞÊ KURDAN E
 
Divê baş bê zanîn ku, zimanê kurdî zimanekî herî qedîm û dewlemend ê mirovahiyê ye. Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, nasname û nirxê sereke yê neteweya kurd e. Zimanê kurdî dil, giyan, hiş û laşê kurdan e. Zimanê kurdî, xîm û sîwana yekitiya neteweya kurd e. Bêyî zimanê kurdî, kurd û Kurdistan jî nabin. Kurd, kurdî û Kurdistan yekpare ne û nikarin ji hev bên veqetandin. Yek bêyî ya din nabe. Azadiya zimanê kurdî di heman demê de azadiya kurd û Kurdistanê ye. Têkoşîna azadiya gelê kurd a van 50 salan jî ev rastî nîşan daye û bîr, hişmendî, zanebûn, têkoşîn û xebatên parastin, zindîkirin û pêşxistina zimanê kurdî jî zêdetir kiriye. 
 
ZIMANÊ KURDÎ JI BO ME XETEKE BINGEHÎN A SOR E 
 
Ji alyê din di roja me de hê jî ji aliyê hêzên serwer ve bi rê û rêbaz, alav û amûrên nûjenkirî û rojanekirî hewl tê dayîn ku zimanê kurdî bê dorpêçkirin, dortengkirin, sînordarkirin û di nava demê de bê helandin û jiholê bê rakirin. Lê divê baş bê zanîn ku zimanê kurdî û têkoşîna ji bo zimanê kurdî ji bo me kurdan mijareke stratejîk, xeteke bingehîn a sor û jêneger e. 
 
Zimanê kurdî jî wek ingilîzî, elmanî, fransî, erebî, farisî, tirkî û hemû zimanên din xwedî hemû mafên bingehîn e. Mafên wan zimanan çi bin ên zimanê kurdî û hemû zimanên din jî ew in. Ev rastî bi tu awayî nabe mijara nîqaşê. 
 
Ji ber vê yekê;
 
Em bi milyonan kurd û hemû tevger, partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd serbestî û azadiya zimanê kurdî ya li her qadê dixwazin û ji bo wê têdikoşin. Û dê ji niha û pê ve vê têkoşîna xwe bi dirûşma ‘Dem dema zimanê kurdî ye’ ji her demê zêdetir bi awayekî domdar, şênber, afirîner, piralî û encamgir her dem û li her derê bilindtir, xurtir û firehtir bikin.
 
DAXWAZ HATIN RÊZKIRIN
 
Bêguman daxwaz û armancên me yên ji bo zimanê kurdî gelek zelal û şênber in; 
 
* Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û statuyeke navneteweyî; hem li tevahiya Kurdistanê, hem li hemû dewletên ku kurd lê dijîn, hem jî di qada navneteweyî de, bi makezagonan û zagonên navneteweyî bi awayekî fermî bê qebûlkirin, statuzekirin û mîsogerkirin. 
 
* Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê anku zimanê kurdî jî wek hemû zimanên cîhanê yên xwedî statu ji pêşdibistanan heta zanîngehan di hemû merheleyên perwerdehiyê de cih bigire û ji kreş û pêşdibistanan bigire heta zanîngehan dibistanên kurdî bên vekirin. Divê mufredat û hemû xalên din ên têkildarî mijarê ji aliyê kurdan ve bên diyarkirin.
 
* Divê Dewleta Tirkiyeyê şerhên ku danîne xalên 17, 29 û 30’emîn ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî rake û berpirsyariyên xwe yên vê Peymanê bi cî bîne.
 
* Divê zimanê kurdî li cihên wek parlamento, parêzgeh, şaredarî, dadgeh, nexweşxane her qadên fermî û civakî serbest û azad be, kar û barên fermî bi kurdiya nivîskî jî bên meşandin.
 
* Divê bi awayekî fermî Saziya Zimanê Kurdî bê avakirin û ji aliyê nunerên gelê kurd ve bê birêvebirin.
 
* Çi ji aliyê budçeyê ve, çi ji aliyê xebatkaran ve, çi jî ji hemû aliyên din ve ji bo zimanên wek tirkî çi derfet hebin divê ji bo zimanê kurdî jî ew derfet hebin. 
 
* Divê navên hemû mezra, gund, tax, kolan, qad, bajarok, navçe, bajar, war, wargeh û jîngehên kurdan bi kurdî bin.
 
* Herwiha divê hemû tevger, partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd stratejî, polîtîka û xebatên xwe yên ji bo kurdî bi rengekî şênber diyar bikin, ji bo zimanê kurdî budçe, xebatkar û hemû derfetên pêwîst veqetînin û ji bo statu, perwerdehî, serbestî û azadiya kurdî her dem têbikoşin.
 
* Divê hemû nivîskar, rewşenbîr, henurmend û zanayên kurdan ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her qadê di asta pêşengiyê de têbikoşîn. 
 
Bi taybetî em bang û gazî dikin ku; heft salî heta heftê salî divê her kurd û mirovekî xwedî bext ji bo pêkanîna daxwazên ji bo zimanê kurdî be giyanê seferberiyê têbikoşin û bixebitin, kurdî hîn bibin û hîn bikin, li her derê û her dem bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, binivîsin û bi kurdî bijîn.
Em her mal, kolan, tax, mezra, gund, bajarok, navçe, bajar û jîngehekî bikin dibistan û zanîngeheke zimanê kurdî.  Her bijî zimanê kurdî, her dem kurdî, her der kurdî, dem dema zimanê kurdî ye. Ji bo serbestî û azadiya zimanê kurdî, her dem û li her derê têkoşîn, têkoşîn, dîsa têkoşîn.”
 
ANTALYA
 
Rêxistina DEM Partiyê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê Nesîbe Bahadir û Kemal Bulbul jî tev li bûn. Piştî daxuyaniya hevpar, Kemal Bulbul axivî û bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê kurdî. Bulbul, bi domdarî wiha got: “Em hene, zimanê me heye, dîroka me heye. Em ê bi tu deveran ve neçin. Em ê li vir bi ziman, çand û dîroka xwe her hebin. Em dixwazin mîna tirkan wekhev bijîn.” Daxuyanî bi stranên kurdî bi dawî bû. 
 
HATAY 
 
Şaxa ÎHD’a Îskenderûn a Hatayê jî daxuyanî da û 21’ê Sibatê pîroz kir. Hevserokê Şaxê Coşkun Selçûk diyar kir ku mafê herî xwezayî yê kesekî/ê axaftina bi zimanê dayika xwe, perwerdebûna bi zimanê dayikê û peywendîdanîna bi zimanê dayika xwe ye. Selçûk xwest ku ev maf tavilê bên bicihanîn. 
 
MÊRSÎN
 
ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxên Egîtîm Senê jî li Parka Ozgur Çocukê daxuyaniya hevpar dan. 
 
Di metna hevpar a daxuyaniyê de ku bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî hatibû amadekirin de hat gotin ku bi milyonên zarokên zimanê wan ê dayikê kurdî, erebî, lazî, hemşînî, çerkesî û hwd. ji zimanên xwe yên dayikê hatine qutkirin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku ev yek dijderketina li hemberî zanistê ye. 
 
‘LI HER QADA JIYANÊ BI KURDÎ BIAXIVIN’
 
Komeleya Çandê ya Sanatoliayê jî li avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) ku Nobeta Edaletê lê didome çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Zimanê me hebûna me ye. Bê ziman jiyan nabe”  hate daliqandin. Di heman demê stranên kurdî hatin gotin. 
 
Ji rêveberên komeleyê Emîn Aksu di axaftina xwe de diyar kir ku di serî de zimanê kurdî, ji ber polîtîkayên pişaftinê gelek ziman bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne û banga bikaranîna zimanê kurdî ya di her qadên jiyanê de kir. 
 
 
TJA
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî têkildarî 21’ê Sibatê bi ser navê “Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiya ziman ve” daxuyaniyeke nivîskî da. TJA’yê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku yek ji zimanên di xetereyê de jî zimanê kurdî ye ku bi milyonan kurd pê diaxivin. TJA’yê diyar kir ku li ser ziman û çanda kurdî jenosîdeke mezin tê kirin û wiha got: “Em bang li jinên kurd û civaka Kurdistanê dikin ku li azadiya zimanê xwe xwedî derkevin, bi zimanê xwe biaxivin, binivîsînin, bi zimanê xwe bijîn, têbikoşin û azadiya zimanê xwe biparêzin. Zimanê me jiyana me ye, zimanê me rûmeta me ye, zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye. Werin em bi hev re ziman û çanda xwe ya rewiştî û polîtîk a bedewîn û zindîwer bikin bexçeyê jinwar û jînwerên azadiyê. Em vê baweriyê  ‘Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê’ di serî de li jinan, gelê kurd û hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê. Zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me rûmeta me ye. Bê ziman jiyan nabe.”