Li Amedê meşa zimanê dayikê: Em ji bo zimanê kurdî bitêkoşin

img
AMED - Li Amedê di meşa bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de peyama "dem dema zimanê kurdî ye" hat dayîn û îşaret bi têkoşîna ji bo zimanê zikmakî hat kirin. 
 
Li Amedê di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de meşek hat lidarxistin. Meşa bi pêşengiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji ber avahiya Rêxistina DBP'ê ya Amedê dest pê kir, heya Parka Koşûyolûyê dewam kir. Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên DBP'ê yên Amedê, Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê, namzetên hevşaredarên şaredariyê û gelek welatî beşdarî meşê bûn. Beriya meşê girseya gel li ber avahiya Rêxistina DBP'ê ya Amedê kom bû û li vir bênavber dirûşmeyên "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin. Li ber erbaneyan stranên kurdî hatin gotin.
 
Paşê girse bi berzkirina dirûşmeyan û bi stranên kurdî meşiya. Di meşê de pankartên “Dem dema zimanê kurdî ye, bila zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimane perwerdehiyê” û “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz be” hatin holgirtin. Girse heya Peykerê Mafê Mirovan ê li Parka Koşûyolûyê meşiya. Li parkê li ber stranên kurdî erbaneyê govend hat gerandin. Metna daxuyaniyê ya bi zaravayê kirmancî ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli û ya kurmancî jî ji aliya rêvebera MED-DER'ê Dîlan Guvençê ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
"21'ê sibatê ‘Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî’ bi bingeha xwe de, bi armanca parastin û wekheviya hemû zimanan hatiye îlankirin. Lê sed mixabin di roja me de jî hê gelek ziman bê statü ne û pêşeroja wan nediyar e; di bin xetereya pişaftin, helandin û jiholêrabûnê ne. Îro li Anatolyayê zimanên wek suryanî, lazî, boşnakî, hemşînî, çerkezî, ermenkî, rûmkî û erebî li ber tunebûnê ne. Yek ji zimanên ku di xeterê de ye jî zimanê kurdî yê bi dehan milyon kurdan e.
 
Divê baş bê zanîn ku, zimanê kurdî zimanekî herî qedîm û dewlemend ê mirovahiyê ye. Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, nasname û nirxê sereke yê neteweya kurd e. Zimanê kurdî dil, giyan, hiş û laşê kurdan e. Zimanê kurdî, xîm û sîwana yekîtiya neteweya kurd e. Bêyî zimanê kurdî, kurd û Kurdistan jî nabin. Kurd, kurdî û Kurdistan yekpare ne û nikarin ji hev bên veqetandin. Yek bêyî ya din nabe. Azadiya zimanê kurdî di heman demê de azadiya kurd û Kurdistanê ye. Têkoşîna azadiya gelê kurd a van 50 salan jî ev rastî nişan daye û bîr, hişmendî, zanebûn, têkoşîn û xebatên parastin, zindîkirin û pêşxistina zimanê kurdî jî zêdetir kiriye. 
 
Ji alyê din di roja me de hê jî ji aliyê hêzên serwer ve bi rê û rêbaz, alav û amûrên nûjenkirî û rojanekirî hewl tê dayîn ku zimanê kurdî bê dorpêçkirin, dortengkirin, sînordarkirin û di nava demê de bê helandin û jiholêrakirin. Lê divê baş bê zanîn ku zimanê kurdî û têkoşîna ji bo zimanê kurdî ji bo me kurdan mijareke stratejik, xeteke bingehîn a sor û jêneger e. 
 
Zimanê kurdî jî wek ingilîzî, elmanî, fransî, erebî, farisî, tirkî û hemû zimanên din xwedî hemû mafên bingehîn e. Mafên wan zimanan çi bin ên zimanê kurdî û hemû zimanên din jî ew in. Ev rastî bi tu awayî nabe mijara nîqaşê. 
 
Ji ber vê yekê; em bi milyonan kurd û hemû tevger, partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd serbestî û azadiya zimanê kurdî ya li her qadê dixwazin û ji bo wê têdikoşin. Û dê ji niha û pê ve vê têkoşîna xwe bi dirûşma ‘DEM DEMA ZIMANÊ KURDÎ YE!’ ji her demê zêdetir bi awayekî domdar, şênber, afirîner, piralî û encamgir her dem û li her derê bilindtir, xurtir û firehtir bikin.
 
DAXWAZ 
 
Bêguman daxwaz û armancên me yên ji bo zimanê kurdî gelek zelal û şênber in: 
 
* Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û statuyeke navneteweyî; hem li tevahiya Kurdistanê, hem li hemû dewletên ku kurd lê dijîn, hem jî di qada navneteweyî de, bi makezagonan û zagonên navneteweyî bi awayekî fermî bê qebûlkirin, statuzekirin û mîsogerkirin. 
 
* Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê; anku zimanê kurdî jî wek hemû zimanên cîhanê yên xwedî statu ji pêşdibistanan heta zanîngehan di hemû merheleyên perwerdehiyê de cih bigire û ji kreş û pêşdibistanan bigire heta zanîngehan dibistanên kurdî bên vekirin. Divê mufredat û hemû xalên din ên têkildarî mijarê ji aliyê kurdan ve bên diyarkirin.
 
* Divê Dewleta Tirkiyeyê şerhên ku danîne xalên 17, 29 û 30emîn yên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî rake û berpirsyariyên xwe yên vê Peymanê bi cî bîne.
 
* Divê zimanê kurdî li cihên wek parlemento, parêzgeh, şaredarî, dadgeh, nexweşxane her qadên fermî û civakî serbest û azad be, kar û barên fermî bi kurdiya nivîskî jî bên meşandin.
 
* Divê bi awayekî fermî Saziya Zimanê Kurdî bê avakirin û ji aliyê nunerên gelê kurd ve bê birevibirin.
 
* Çi ji aliyê budçeyê ve, çi ji aliyê xebatkaran ve, çi jî ji hemû aliyên din ve ji bo zimanên wek tirkî çi derfet hebin divê ji bo zimanê kurdî jî ew derfet hebin. 
 
* ⁠Divê navên hemû mezra, gund, tax, kolan, qad, bajarok, navçe, bajar, war, wargeh û jîngehên kurdan bi kurdî bin.
 
* Herwiha divê hemû tevger, partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd strateji, polîtîka û xebatên xwe yên ji bo kurdî bi rengekî şênber diyar bikin, ji bo zimanê kurdî budçe, xebatkar û hemû derfetên pêwîst veqetînin û ji bo statu, perwerdehî, serbestî û azadiya kurdî her dem têbikoşin.
 
* Divê hemû nivîskar, rewşenbîr, henurmend û zanayên kurdan ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her qadê di asta pêşengiyê de têbikoşîn. 
Bi taybetî em bang û gazî dikin ku; heft salî heta heftê salî divê her kurd û mirovekî xwedî bext ji bo pêkanîna daxwazên ji bo zimanê kurdî be giyanê seferberiyê têbikoşin û bixebitin, kurdî hîn bibin û hîn bikin, li her derê û her dem bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, binivîsin û bi kurdî bijîn.
 
DEM DEMA ZIMANÊ KURDÎ YE
 
Em her mal, kolan, tax, mezra, gund, bajarok, navçe, bajar û jîngehekî bikin dibistan û zanîngeheke zimanê kurdî.  
 
Her bijî zimanê kurdî!
Her dem kurdî, her der kurdî!
Dem dema zimanê kurdî ye! 
 
Ji bo serbestî û azadiya zimanê kurdî, her dem û li her derê têkoşîn, têkoşîn, dîsa têkoşîn!"