Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şanê hat vekirin

img
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê ya HDP’î Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê vekir. Hevserokê PEN a Kurd Omer Fîdan ku beşdarî vekirinê bû got: “Kurd zimanê xwe wekî nasname û hebûna xwe dibînin. Ji ber ku ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye di heman demê de wateya aştî, diyalog û yekîtiyê ye jî.”
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sîlopiyayê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî li taxa Yeşîltepeyê ya Kolana Hunerê Navenda Çand û Hunerê ya Eyşê Şan vekir. Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez û Hevşaredarên Sîlopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, rêxistina partiyê ya navçeyê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî merasîma vekirinê bûn. 
 
Di vekirina navenda çand û hunerê de Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zeki Îrmez axivî. Îrmez anî ziman ku kurd îro li dijî hemû êriş û politikayên pişaftinê li ber xwe didin û got ku vekirina navenda çandê li dijî van êrişan bersiv e. 
 
‘ZIMANÊ HERÎ DEWLEMEND ZIMANÊ KURDÎ YE’ 
 
Piştre li navenda çand û hunerê panel hat lidarxistin. Pêşiya panelê Mamosteyê zimanê kurdî Aydin Denîz axivî. Denîz diyar kir ku gelê kurd bi salan e ku ji bo ku zimanê wan bênaskirin tedikoşe û got: "21’ê sibatê roja zimanê zikmakî ya cîhanê ye. Em jî weke her netewekî dixwazin ku zimanê me bibe zimanê fermî. Zimanê herî dewlemend zimanê kurdî ye lêbelê qedexekiriye. Em divêjin çawa herkes dikare bi zimanê xwe biaxive em jî dixwazin bi zimanê dayikê biaxin. Zimanê zikmakî ya cîhanê li tevahiya gelên bindest pîroz be. “ 
 
‘ZIMAN AX E, WELAT E’ 
 
Piştre hevşaredara Silopiyayê Adalet Fidan axivî. Fîdan jî destnîşanî giringiya ziman kir û ev tişt got: "Roja 21’ê sibatê pir taybet e lê ji bo me gelê kurd hê giringtîr e. Çimkî her cureyê êriş,qedexe li ser zimanê me heye. Lê gelê kurd bi parastina zimanê xwe navê xwe di dîrokê de nivîsandiye. Ez vê rojê li tevahiya gelên bindest pîroz dikim. Hêvî dikim ku em hemû bi hevre bi azad bi zimanê  bijin. Ev avahî avahiya çanda hûnerê bû lê qeyûm kir perçe belav kirin. Lê îro kî li vire em li vir in. Çimkî em divêjin tekoşina me ne di nava çar diwaran de ye têkoşina me li her derê ye. “ Hevşaredar Suleyman Şavluk jî ev tişt got:”Îro Roja zimanê zikmakî ya cîhanê ye. Bi ser vî zimanê me hemû tiştên dij mirovahî pêk anîn. Her politikayeke xwe li ser zimanê me meşandin. Ax ziman e, welat ziman e ji ber wê mirov nikare înkar bike.”
 
BAL KIŞAND SER NIRXANDINA OCALAN A SER ZIMAN KIR 
 
Parlamantera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan jî destnîşanî pêvajoya çareseriyê kir û got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina wan a dawî de destnîşanî giringiya zimanê dayikê kiriye û got: "Pêşketina ziman pêşketina nirxên civakî ye, ji ber wê divê ku em di her qadan de ji bo parastina ziman li ber xwe bidin. Di hevdîtina ku herî dawî de me bi birêz Abdullah Ocalan  re kirî wiha dibêje,’ Ji bo ku em bikaribin zimanê xwe biaxivin me gelek tekoşin da, lê min beriya kurdî axiftinê kiriye li vir kurdî qedexe ye û em nikarin biaxivin,  kurdî li me qedexe dikin divê ku em li dijî wan tebikoşin’ ji ber wê divê ku em ji bo ziman tebikoşin. Beroirsyariya herî mezin dikeve ser milê me. “ 
 
PANEL 
 
Piştî axiftinan Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan wekî panelîst axivî. Fîdan piştre destnîşanî giringiya ziman kir û got ku ziman hebûna gelan e û gel nikarin beyî zimanê dayikê tebikoşin û got: "Heta niha ji bo ziman bedelên giran hatine dayin. Em hatine kuştib û hewl hatiye dayin ku bên tunekirin. Lê gelê kurd di daxwaza xwe ya zimanê tu caran tawîz nedaye û dê nede. Kurd zimanê xwe weke nasname û hebûna xwe dibînin. Ji ber ku ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye di heman demê de wateya aştî, diyalog û yekîtiyê ye.”
 
Piştî axiftinan danîsina  pirtûka ‘Rabûna Berî li Gulberojan anatolojiya çîrok û hekbestên nivîskarên di zindanan de’ hate kirin û îmzekirin. 
 
STAND-UP BAL KIŞANDIN SER PIŞAVTINÊ 
 
Piştî panelê Ozcan Atiş bi karaktera Xalê Şêro Stand-Up derket ser dikê. Di lîstîkê de bal kişand li ser politikayên pişavtinê û qirkirina li ser ziman. Temaşevanan di temeşekirina Stand-Up de seatên keyfxweş derbas kirin.