Hunermend Kahraman: Em ê dijî qedexeya konsere dozê vekin

img
AMED - Metîn Kahraman ê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de qonsera wan hatiye qedexekirin got: “Di Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de, konsera me, ku em bi kirmanckî stranan dibêjin, hate qedexekirin. Em ê bi pişgiriya Baroya Rihayê û Egîtîm Senê dozê vekin.” 
 
Konsera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Metîn û Kemal Kahraman ku dê di 21’ê Sibatê de organîze bikira, ji hêla Walîtiya Çewlîg û Midûriyeta Polîsan a Çewligê, berî ku 2 saet jê re mabûn, hate betalkirin. 
 
‘BÊYÎ HINCET HAT QEDESEKIRIN’
 
Hunermend Metîn Kemal di videoya têkildarî qedexekirinê parve kiriye de bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Duh ji konsera me re 2 saet mabûn ku, di kêliya dawî de hate qedexekirin. A rastî emniyet berî hefteyekê konser li me qedexe kir lê me li ber xwe da. Me bi Baroya Çewligê, Egîtîm Sen û parlamenteran re têkilî danî û piştre jî bi Walîtî û Midûriyeta Emniyetê re em ketin têkiliyê. Me sedema qedexeyê pirsî, lê belê tu hincet nîşan nedan û tenê gotin ‘ewlehî’. 
 
‘EM Ê GILÎ BIKIN’
 
Kahraman bi bîr xist ku ew li bajarên Kurdistanê rastî qedexeyên konser û turneyan tên û wiha pê de  çû: “Weke taktîkeke ku dixwaze me biçewisîne xuya dike. Saziyên li Çewlîgê hefteyekê ked dan. Ji konsere re 2 saet mabûn, careke din hate qedexekirin. Ankû her du serdanên me yên ku ji emniyetê re kiribûn jî, bêencam man. Di Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de konsera me ku em bi kirmanckî stranan dibêjin, hate qedexekirin û ev yek me pir xemgîn kir. Hem madî, ham manewî zirara me çêbû. Em ê bi piştgiriya Baroya Çewlîgê û Egîtîm Senê dê dozê vekin.”