Li Silopiyayê bernameya 'Çalakiyên Hunerî' dest pê dike

img
ŞIRNEX - Li Şaredariya Silopiyayê HDP dê di çarçoveya bernameya "Çalakiyên Hunerî" de çalakiyên çand û hunerî li dar bixe.
 
Bernameya "Çalakiyên Hunerî" ya Şaredariya Silopiyayê ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê birêvebirin, sibe dest pê dike. Kursiyerênku beşdarî atolyeyên govend û erbaneyên yên ji aliyê şaredariyê ve hatin vekirin bûn, dê di çalakiyan de performansa xwe nîşan bidin. Dê di çarçoveya çalakiyan de konsera muzîkê ya "Kolektîfa Rîtmên Azad" jî were lidarxistin. Bernameya çalakiyê dê saet di 14.00'an de li Hêwana Dawetê ya Mem û Zînê dest pê bike.
 
'EM LI BENDA TEVAHIYA GELÊ XWE NE'
 
Civaknas Evîn Hasanoglû ku di Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariyê de dixebite got: "Ziman, çand û hunera me hebûna me ye. Ji bo ku em vê zindî bihêlin û belav bikin em bernameyên cur bi cur pêk tînin. Bi taybetî ji bo jinên ciwan me atolyeyên erbane û govendê dan destpêkirin. Komxebat di 1'ê Sibatê de dest pê kir. Dema ku qeydên me dest pê kirin lezeke dijwar hebû. Daxwaza tevlêbûnê hat kirin. Hevalên me yên beşdarî atolyeyê bûn perwerdehiya xwe didomînin. Xwendekarên me yên ku beşdarî atolyeyê bûne, wê ji bo gelê me nîşan bidin. Em hemû gelê xwe vedixwînin şahiya xwe ku em ê li Hêwana Dawetê ya Mem û Zîn li dar bixin."
 
DÊ TIŞTÊN HÎN NE NÎŞAN BIDIN
 
Amîne Yîgît a ku beşdarî atolyeya hunerê ya ku ji aliyê Şaredariya Silopiyayê ve hat dayîn bû wiha got: "Em ê di çalakiya ku roja Yekşemê bê lidarxistin de tiştên ku di mehekê de hîn bûne nîşan bidin. Em li benda hemû gelê xwe ne."
 
Sema Okmen a ku beşdarî atolyeya erbaneyê bû got: "Dema ku ez nû hatim vir, min qet nizanîbû li erbaneyê bixim. Di demeke kin de ez hînî lêxistina gelek perçeyan bûm. Niha ez dikarim bi hêsanî perçeyên 'Ey Narê', 'Min di go melê' û 'Çoxo' lêbixim. Min berê navê wan jî nizanibû, lê piştî ez hatim vir ez hîn bûm." 
 
Rojda Acar a ku tev li atolyeyên erbane û govendê bû jî got: "Min di 2'ê Sibatê de dest bi kursê kir. Di vê pêvajoyê de ez hînî lêxistina erbaneyê û govendên me yên herêmî bûm. Niha ez hînî lîstikên wekî 'Esmer', 'Granî' û 'Talanê' bûme. Beriya ku ez bêm kursê, min tiştek jî nizanibû. Pêvajoyeke perwerdehiyê ya pir baş bû. Di van kursan de em gelek kêfxweş bûn û hînî gelek tiştan bûn. Niha jî em ê tiştên ku em fêr bûne, bidin der."