Ji çûkê re dibêjin bi zimanekî din biwîte!

img
ÎZMÎR - Hunermend Kasim Taşdogan ku ji ber stranên kurdî doz lê hatiye vekirin, bertek nîşanî qedexeyên li ser kurdî da û got: “Gelo mirov dikare ji çivîkê re bibêje 'çima tu bi vî zimanî diwîtî, bi zimanekî din biwîte?' Lê ji me re dibêjin 'Bi zimanê xwe nestrên.'" 
 
Zext û astengiyên hikûmeta AKP'ê yên li ser zimanê kurdî dewam dikin, li gel vê bertekên li hemberî qedexeyan jî dewam dikin. Yek ji hunermendên ku ji ber muzîka kurdî hedef hatiye girtin Kasim Taşdogan e. Serdozgeriya Qersê der barê Taşdogan de ji ber strana "Serhildan Jiyan e" ku di Newroza Qersê de gotibû, lêpirsîn da destpêkirin. Vê carê jî Serdozgeriya Komarê ya Çanakkaleyê ji ber ku Taşdogan li kafeyekê bi hevalên xwe re stran gotine, lêpirsîn da destpêkirin. Her du dosyeyên der barê Taşdogan de hatin yekkirin û danişîna doza Taşdogan ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat vekirin, di 20'ê Sibatê de li Dadgeha Cezayê Giran a 20'an a Îzmîrê hat lidarxistin. Di danişînê de dozger xwest Taşdogan bê cezakirin.
 
'SERHILDAN JIYAN E' WEKÎ SÛC HAT HESIBANDIN
 
Taşdogan destnîşan kir ku polîtîkayên qedexekirinê yên li ser zimanê kurdî armanc dikin ku muzîka kurdî û guhdarên wê krîmînalîze bikin. Taşdogan bal kişand ser lêpirsînên ku ji ber stranên kurdî der barê wî de hatine destpêkirin û wiha got: "Lê belê stranên ku ez dibêjim ne qedexe ne û ne jî propagandayî ne. Konserên min her tim tên betalkirin an jî polîs êriş dikin. Şano û stranên bi kurdî wekî 'propaganda' tên dîtin. Yanî her tiştê bi kurdî propaganda ye. Wisa dibînin. Pêzaniyê di dozeke min de ya ji ber stranên kurdî hat vekirin, raporek ji 6 rûpelan pêkhatî nivîsand. Gotiye 'di stranê de peyva Kurdistan heye, ev serîhildanê teşwîq dike.' Strana ku min gotiye straneke beriya ez ji dayik bibim li Bakurê Kurdistanê hatiye nivîsandin. Lê îro tê îdiakirin ku ez bi vê stranê propagandayê dikim." 
 
'GUHDAR JÎ HEDEF TÊN GIRTIN'
 
Taşdogan destnîşan kir ku bi qedexeyan ne tenê hunermend, guhdar jî dibin hedef. Taşdogan da zanîn ku çûna konsera hunermendên kurd wekî sûc tê nîşandan û wiha got: “Yên ku li kurdî guhdarî dikin peyama ‘Tu karmend î, di şîrketekê de dixebitî, dê serê te biêşe' didin wan. Lê gelo ev peyam digihên armanca xwe? Bê guman nagihêjin. Guhdarên me bêtir piştgiriya me dikin." 
 
Taşdogan ku got "Di sedsala 21'emîn de parastina hunera bi zimanê dayikê, bi min tiştekî pri şerm e" û wiha bertek nîşan da: "Gelo mirov dikare ji çivîkê re bibêje 'çima tu bi vî zimanî diwîtî, bi zimanekî din biwîte?' Lê ji me re dibêjin 'Bi zimanê xwe nestrên.'"