1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin

img
STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê bi sernavê “Ji bo mafên mirovan hêza mîzahê” li Stenbolê 1’emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî li dar bixe. 
 
Komîsyona Çand û Hunerê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê dê bi sernavê “Ji bo mafên mirovan hêza mîzahê”, li Stenbolê “1’emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî” li dar bixe. Armanca pêşbirkê ew e ku balê bikişînin ser mafên mirovan, hestiyariya civakî bê xurtkirin û bi rêya karîkatûran peyam bên dayîn. 
 
MIJARA PÊŞBIRKÊ ‘MAFÊN MIROVAN’
 
Şert û mercên pêşbirkê wiha ne: “Pêşbirk ji bo hemû hunermendên amator û profesyonel ên cîhanê vekirî ye. Mijara pêşbirkê weke ‘mafên mirovan’ hatiye diyarkirin. Ji bo berhemên tev li pêşpirkê bibin teknîk serbest e. Dibe ku berhem hatibin weşandin lê divê beriya niha xelat wernegirtibin. Pêşbirk; ji Kategoriya Giştî û Kategoriya Taybet a Girtîgehên Tirkiyeyê pêk tê. Dê ji hemû hunermendên tev li dibin re sertfîkaya dijîtal were şandin. Dê ji hunermendên ji Girtîgehên Tirkiyeyê tev li dibin re jî sertfîkayên çapkirî bên şandin. 
 
Beşdar çiqas bixwazin dikarin ewqas berheman bişînin. Lê ji xelatekê zêdetir nayê dayîn. Karîkatûrên tên şandin divê herî zêde bi firehiya A3 (29,7 cm x 42 cm) be ji formata jpg’ê bin. Li gel berheman, divê hunermend navê xwe, navnîşana xwe ya postayê, navnîşana e-mailê, kurtejiyana xwe û wêneyekî xwe bişîne. Dê pêşandan û torena xelatê di dîrokê de pêş de li Stenbolê bê lidarxistin. Dê xelatên kesên tev li torena xelatê nebûyîn ji navnîşanên wan re bên şandin. Karîkaturîstên tev li pêşpirkê dibin, dê weke mercên pêşbirkê qebûl kiribin bên hesibandin. Pêşbirk; ji hêla Komîsyona Çand û Hunerê ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê ve tê lidarxistin. 
 
Karîkatûrên tev li pêşbirkê bûn xelatê wegirin wernegirin jî dikarin ji hêla saziya pêşbirkê li dar dixe ve li ser pêşangeh, afîş, pirtûk, album, e-album, salname, broşur û hwd. ve bên bikaranîn û li ser înternetê parve bike. Berhemên tev li pêşbirkê dibin divê heta roja 1’ê cotmeha 2024’an saet di 19.00’an bi rêya e-postayê; ji navnîşana yarisma@ihdistanbul.org bên şandin. Encama pêşbirkê dê di 30/09/2024’an de bê eşkerekirin.”
 
Di Lijneya Bijartinê de ev kes hene: Altan Ozeskîcî, Angel Boligan, Aşkin Ayrancioglû, Huseyîn Çakmak, Mozdeh Malek Ogli û Mûsa Keklîk.