Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin

img
STENBOL - Hunermend Kadîr Înanir li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin. 
 
Hunermend Kadîr Înanir li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Umraniyeyê tê tedawîkirin. Serbijîşkê nexweşxaneyê Prof. Dr. Necdet Saglam têkildarî rewşa tenduristiyê ya Înanir daxuyanî da. Saglam, da zanîn ku îro pêvajoya tedawiya çavdêriya awarte ya Înanir temam bûye û dê ji vir û şûnde tedawiya wî li servîsan bidome. Saglam diyar kir ku dê tedawî niha li servîsa norolojiyê bidome û pêvajoya rehabîlîtasyonê jî didome. Bi domdarî Saglam got ku dê Înanir bikare bi xizmên xwe yên nêz re hevdîtinê bike lê bi qasî ji dest tê dê destûrê nedin ziyaretvanan. Saglam, destnîşan kir ku pêvajoya rehebîlîtasyonê carnan bi mehan didome û wiha bi dawî kir: “Tedawiya wî ya niha baş derbas dibe û ji îro ve ji beşda çavdêriya awarte hate derxistin. Rewşa wî roj bi roj baştir dibe.”