Jiyana Abdullah Ocalan bû xêzeroman

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xêzeroman hat amadekirin. Xêzeroman dê li gelek zimanan were weşandin û danasanîna wê bi boneya 75’emîn salvegera jidayikbûna Ocalan di 4’ê Nîsanê de li Berlînê bê kirin. 
 
Jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, weke xêzeroman hat amadekirin. Nivîskariya xêzeromana bi navê “Dê Azadî bi ser keve - Bi Xêzan Jiyana Abdullah Ocalan” ji hêla nivîskarê xêzeromanan ê îskoçyayî Sean Michael Wilson ê li Japonyayê dijî ve hate kirin û xêz jî ji hêla xêzkarê kurd Keko ve hatine kirin ku li Spanyayê dijî. 
 
Xêzeroman dê ji ewil bi zimanên kurdî, almanî û tirkî were weşandin û piştre jî dê bi zimanên inglîzî û erebî bê çapkirin. 
 
Xêzeroman ji 160 rûpelan pêk tê û danasîna wê dê bi boneya 75’emîn salvegera jidayikbûna Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanê de li paytexta Almanyayê Berlînê bê kirin. 
 
FIKRA WÊ AYDÊ NIVÎSKARÊ ÎSKOÇÎ YE
 
Endamê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî ya Navneteweyî Reimar Heider ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û da zanîn ku ev fikr 3 sal berê ji hêla nivîskarê xêzeromanan ê îskoçî Sean Michael Wilson ve hat kirin û proje jî wisa dest pê kiriye. Heider, wiha got: “Sean Michael Wilson got ku ew dixwaze vê biyografiyê weke xêzeroman binivîse. Em jî erênî nêz bûn û dê cara ewil biyografiya Abdullah Ocalan weke xêzeroman bihata amadekirin. Me jî dest bi xebatên xwe kir. Ji bo kesên dixwazin Ocalan nas bikin ev xebatekî girîng e.”