2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan

img
SÊRT - Hunermendên kurd ên ji rojhilatê Kurdistanê Alî Zandî û Derwêş Çengîz Ebdî Pur jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hunermendên kurd ên ji rojhilatê Kurdistanê Alî Zandî (67) û hunermendê tenorê û mamosteyê muzîkê Derwêş Çengîz Ebdî Pur (80) di 4’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Zandî li Kanadayê ji ber nexweşiyekê û Ebdî Pûr jî li bajarê Kerend Xerb ê Îranê jiyana xwe ji dest da. 
 
Ebdî Pur li herêmên rojavayê welêt yek ji hunermendên tenorê yên navdar û stranbêjek bû. Cenazeyê Ebdî Pur duh li bajarê Kerend Xerbê bi tevlibûna gelek hunermendan bi girseyî hate definkirin. 
 
Xwediyê gelek stranên kurdî Alî Zandî jî li bajarê Torontoyê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Komîteya Çand û Hunerê ya Rojhilatê Kurdistanê ji bo Zandî daxuyaniyek weşand û peyama sersaxiyê da.