1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike

img
STENBOL - 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê ku dê zêdetirî 30 fîlm û belgefîlm bên pêşandan, di 25’ê nîsanê de dest pê dike. 
 
1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê ku ji hêla ekîba sînemayê Art Records ve tê organîzekirin dê di 25’ê nîsanê de dest pê bike. Komuna Fîlm a Rojava, Enstîtûya Kurd a Almanyayê, Weqfa Rosa-Luxemburg, Komeleya Dengê Piştevaniyê, Mosaik e.V., Navenda Çandê ya Hochfeldê û Pirtûkxaneya BiBaBuZu jî piştgiriyê didin mîhrîncanê. Di mîhrîcanê de zêdetirî 30 fîlmên dirêj û kurt û belgefîlm dê bên nîşandan. 
 
Di mîhrîncanê de ji ewil dê fîlmê “Rojbash” ê derhêner Ozkan Kuçuk were nîşandan. 
 
ROJEVA MÎHRÎCANÊ DÊ ÊZIDÎ BIN 
 
Rojeva sereke ya mîhrîcanê dê fîlm û belgefîlmên têkildarî qirkirina êzidiyan de bin ku “Ferîşteyên Şengalê” yê di Mîhrîcana Fîlman a Mafên Mirovan a Navneteweyî de xelat wergirtibû, “Heza”, “Love In The Face of Genocide”, “The Return: life after ISIS” û “Ji Şengalê Name” çendek ji wan in. 
 
Di heman demê de dê pêşangeha wêneyan ku dê wêneyên têkildarî Komkujiya Şengalê ya di 3’yê tebaxa 2014’an de vedibêjin bê pêşandan. Pêşangeh dê di tevahiya mîhrîcanê de vekirî be.