Weqfa Mezopotamyayê kursa bisertfîka ya folklorê û edebiyata gelêrî dide destpêkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Mezopotamyayê ji bo gihandina berhevkaran “Kursa Folklorê û Edebiyata Gelêrî” dide destpêkirin. Serlêdanên ji bo kursê dê heta 24’ê nîsanê bên qebûlkirin. 

Weqfa Mezopotamyayê salê du caran kursên bisertfîka ya folklor û edebiyata gelerî li dar dixe. Ji van kursan yek jê rû bi rû û ya din jî online tê kirin. Di kursan de ji bo folklorê berhevkar tên perwerdekirin û heta niha bi dehan berhevkar hatine gihandin. Weqfê, li ser malpera xwe ragihand ku dê li ser folklor, edebiyata gelêrî û rê û rêbazên berhevkariyê kurseka bisertîfîka ya nû ya rûbirû li dar bixin. Kurs, dê di 27’ê nîsanê de dest pê bike û di 19’ê gulanê de jî bi dawî bibe. Weqfê daxuyand ku kurs dê li Amedê bê lidarxistin û ji 25 kesan bisînor be. 
 
Weqfê, xalên girîng ên ji bo serlêdana kursê jî wiha rêz kir: 
 
*  Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê, bêyî kêmasî bê dagirtin. Ji bo ku hûn bikarin dagirin divê pêşî hûn qeyda endamtiya xwe çê bikin. Qeyda endamtiyê li ser vê lînkê ye
 
*  Serlêdan dê heta 24’ê nîsanê bên qebûlkirin.
 
*  Kesên ku hatine qebûlkirin an jî nehatine qebûlkirin dê di 25’ê nîsanê de bên diyarkirin. Ders dê di 27’ê nîsanê de dest pê bikin.
 
* Ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê, divê kursiyer bi kêmanî beşdarî ji sedî (%80) heştêyî dersan bibin.
 
* Kurs bê pere ye.