Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket

img

STENBOL - Pirtûka Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê ku akorên gîtarê û gotinên stranên kurdî yên di 13 salên dawî de hatine weşandin di nav de ne derket. 

 
Pirtûka “Repertuwara Stranên Kurdî bo Akorên Gîtarê” yên 13 salên dawîn ku gotinên stranan û qalibên rîtmên wan dihundirîne derket. Koma vê xebatê ku danasîna vê pirtûkê kir, da xuyakirin ku bi xebatên çandî yên bi vî rengî ew hêvî dikin ku wan hêz daye têkoşîna li hemberî mêtingerîya çandê û asîmîlasyonê.
Di pirtûka ku akorên 112 stranên kurdî di nav de, bêyî ku li asta navdarîya stranbêj û koman were nêrîn, stranên wan ên ku li muzîka kurdî hatine zêdekirin cih digirin. Koma ku pirtûk amade kir jî ji muzîkjenan pêk tê, wan da xuyakirin wan pirtûk bi armanca lêdana gîtar, ûkûlele û pîyanoyê amade kiriye. Di naveroka pirtûkê de nîşandana akoran, lêdana rîtman û lînkên QR’ê yên vîdeoyên ku lêdana rîtman nîşan didin cih digirin.
 
Pirtûka ku ji alîyê Weşanên Ceylanê ve hat çapkirin, di serî de ceylankitap.com û gelek malperan dikare bê sîparîşkirin. 
 
Koma Helezonik Kreşendoyê (Helezonikkresendo.com) di pêşgotina pirtûkê de bîr û bawerîya xwe bi vî rengî destnîşan kirin: “Berî niha nêzî 13 salan me wekî komeke muzîkjen û perwerdekarên muzîkê “Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê” amade kiribû û ev xebata ku nêzî 200 stranan dihundirîne me wekî du cîldên pirtûkê çap kiribûn. Pêşgotina vê xebata me ya ku hîna jî hûn dikarin bi awayekî bêheq ji malpera me xwe bigihînine PDF’ya wê, bi vê hevokê bi dawî dibû: “Bila ji milê we gîtara we; ji dilê we ruhê têkoşînê kêm nebe. Piştî wê demê û heta niha li erdnîgarîya me; mêtingerî şer, koçkirin, talan û pêkutî û helbet li hemberî wan jî berxwedan û serhildan kêm nebû.
 
Mirovên ji bo cîhaneke azad û wekhev têdikoşin, hê jî bi amûrên cihêreng li hemberî pergalê li ber xwe didin. Di nav vê têkoşînê de, têkoşîna çandê xwedî cihekî girîng e. Ger ku pêkutîya ku dixwaze têkoşînekê bitepisîne, gelekî bêdeng bike û zimanekî bêpeyv bihêle hebe; mirovên ku stranên xwe bi vî zimanî hildiberînin, têkoşîne girîng pêk tînin. Stran dikarin xwe li hemû hestan rapêçin, belkî nikaribin hemû cîhanê biguherin lê belê bandorê li kesên ku cîhanê biguherînin dikin. Ji ber vê yekê jî me xwest em van stranên ku hatine afirandin bigihînin gelek mirovên dîtir.
 
Ev pirtûka di destê we de, gotin û akorên hin stranên Kurdî yên di van 10 salên dawîn de dihundirîne. Hûn dikarin van stranan bi enstrumanên weke ûkûlele, gîtar û pîyanoyê lê bidin. Di pirtûkê de 112 stran hene. Ev stran, ji nav stranên kurdî yên 10 salên dawîn hatine bijartin. Di bijartina stranan de rêgezên wekî guncawbûna stranê bo lêdana gîtarê û xwedîtîya hunermend a gotin û muzîkê stranê hat esasgirtin. Lê belê ji alîyekî ve jî ji ber ku kesên ji vê pirtûkê sûdê werbigirin zêdetir bi fêrbûna gîtarê re têkildar in an jî lê didin, me rîtm û tonên ciyawaz li ber çavan girtin. Her wiha ji ber ku ev pirtûk weke lîsteya pêşnîyar a guhdarkirinê ye, heta ji destê me hat me cih da stranên gelek muzîkjenan.
 
Ji bo qaliba rîtmê ya her stranê me dîyagram amade kir û ji bo her qalibê jî me vîdeoyeke nimûne jî kişand. Me vîdeoya her qalibê li rûpelan wekî koda QR ê bi cih kir. 
Helbet dibe ku kêmasî û şaşî hebin. Ger ku hûn ji me re ragihînin, hûn ê hêzê bidin vê xebatê. Hûn dikarin ji vê navnîşanê ji me re binivîsin: helezonikkresendo@gmail.com
 
Pirtûk bi tu armancên tîcarî nehat amadekirin û keda gelek muzîkjenan tê de heye. Her wiha dema em keda kesên ku ev stran çêkirî, tomar kirî û sererast kirî jî lê zêde bikin, em ê bibînin ku ev pirtûk ne ya tu kesî ye, ya me hemûyan e.  Li ser vê bîr û bawerîyê jî ev pirtûk piştî ku hat belavkirin û di demeke kin de wê ji ser malpera helezonikkresendo.com ê bi awayekî bêheq wek PDF bikare bê daxistin. Ji ber ku ken, heke miletek bikene, ken e!”
 
Di pirtûkê de akorên stranên li jêr cih digirin:
 
AGÎT IŞIK – ÇÎROKA WÊ BAYÊ
AGÎT IŞIK – BER DERÊ KÎ Û KÎ
ANADOLU QUARTET – DÎJLOKA MIN
ANADOLU QUARTET – PEYMAN JI YARÊ
AWAZÊ ÇÎYA – DE PÎRO
AWAZÊ ÇÎYA – EM BERNADIN VÊ DÎLANÊ
AYNÛR DOGAN – REWEND
BABETNA – DÛR
BAJAR – DIYARBEKIR
BAJAR – SÎ Û ÇAR HEB
BAJAR – NEWROZ
BERFÎN AKTAY – GER
BERFÎN MAMEDOVA – KOÇBER
BÛRHAN BERKEN – TENÊBÛN
BÛRHAN BERKEN – GEROK
CEMÎL QOÇGIRÎ – HÎVA ZERÎ
DEVRÎM DEMÎR – TU KÎ YÎ
DILJEN RONÎ – EVÎNDAR IM
DR. AHMET KAYA & M.AKBAŞ – ŞERVAN
ERCAN BÎNGOL – KÛÇIK HATIN
ERDAL MED – PAYÎZ
ERDOGAN EMÎR – ÎNSANÊ KAMIL
ERDOGAN EMÎR – ELKANA VAYI
FERÎD SEVÎM – RASTHATINEK
FIRAT MED – ROBOSKÎ
FÎKRÎ KUTLAY – PASSÎFLORA KURDÎ
GRUP MUNZUR – EM MIROV IN
GRUP VARDÎYA – VENGÊ TO
GULBAHAR KAVCÛ – DEV JÊ BERDE
HARÛN ELKÎ – XENGILOK
HARÛN ELKÎ – REV
HARÛN ELKÎ – HERE
HÊJA – DERÎ LÊ KET
HÎVRON – EVÎN
HÎVRON – JARO
HUNERGEHA WELAT – LI QAMIŞLO LI BER DERÎ
HUNERGEHA WELAT – SERÊKANÎYÊ Û AVAŞÎN
HUNERGEHA WELAT – ŞERVANO
JAN ARSLAN – XEWREVÎN
JAN AXÎN – ZERÎBA
JEHRMAR – BÊJE
JINMA – EZ JÎN IM
KADÎR ÇAT – HEVAL HATIN
KALDIRIM – ŞODIRÊ HARDO
KALÊ BADÎ – NOŞ
KASIM TAŞDOGAN – RÊ
KASIM TAŞDOGAN – VÎNA SOR
KASIM TAŞDOGAN – REŞKÊ
KEREM GERDENZERÎ – KEÇA PERÎ
KEREM SEVÎNÇ – PERPERIK
KEREM SEVÎNÇ – BAO
ARYEN KOM – DE RABIN
LAWJE – WERNE RAYÊ
MAVÎŞ GUNEŞER – KAM SONO
MEHMET AKBAŞ & HANI – BERDE
MEHMET ATLI – GULA DIL
MEHMET ATLI – MORÎ MIRCAN
MEHMET ATLI – STRANA NÎVÇE
MEM ARARAT – XAÇIREK
MEM ARARAT – KULÎLK
MEM ARARAT – DIL DISOJE
MIKAÎL ASLAN – ÇEMO VANO
MIKAÎL ASLAN – ADIRÊ ZERRÊ MA
MIKAÎL ASLAN – MÎRAZ
MIRADY – WAY DELALÊ
NIZAMETTIN ARIÇ & MIZGÎN TAHIR & NEZÎR PALO – ÊŞA ROJAVA
MUCAHÎD GOKER – EFO BERZ
MUCAHÎD GOKER – EVDALO
OLGUN EREN – DEV JÊ BERDA
OZAN IRMAK – BERF
OZAN IRMAK – BÎRANÎNA AZADÎYÊ
PERVÎN ÇAKAR – RUHÊ MIN TEYR E
PRAKSÎS – AZADÎ
PRAKSÎS – SÎNOR
RAPERÎN – ZAROKÊN ŞER
REWŞAN & TARA MAMEDOVA – XUÇÊ
REWŞAN ÇELÎKER – WEXT LAZIM BÛ
ROHAT CIWAN – TAWANBAR
ROJDA – ŞENGAL
RÛKEN YILMAZ- DÎLBERA NAZIK
RÛŞEN ALKAR – RABE
SAKÎNA – KO
SEMYANÎ PERÎZADE – BIRYAREKÎ
SERDAR ALAZ – ÊSÎR
SEYDA PERINÇEK & LAVÎN – AWÊNE
SEYÎDXAN SEVÎNÇ – ÇI HACET
SÎDAR – BÊJE
SÎDAR FERÎD – NÎV
SÎMIR RÛDAN – BIRÎNA REŞ
SÎYA ŞEVÊ – TU XEM NEKŞÎNE
SÎYA ŞEVÊ – GURÎ
SÎYA ŞEVÊ – RÛPAYÎZ
TARA JAFF – HER WAREK BI BILBILEK
TARA MAMEDOVA – SÎNO
TEQ Û REQ – ÇAR ZAROK
TEQ Û REQ – XEWNEREŞK
TEŞQELE – BI KÎJAN MEQAMÎ
VEDAT TANIŞ – BALADA ŞIVANEKÎ
XALIT TARÎ – GEWRÊ
XÊRO ABBAS – DIMEŞÎYA
YAHHYA – MAHÎTAB
YÛNIS DAS – AZADÎ
YÛNIS DAS – MIJ Û BERF
YÛNÛS DÎŞKAYA – DERMAN
YÛNÛS DÎŞKAYA – GULÊ
YÛNÛS DÎŞKAYA – LI ÇI DIGERÎ
ZE TIJE- CEMÎLA MIN
ZE TIJE – BIHUYÊ
ZE TIJE – WARWAY
ABBAS AHMED – MESELE NE EVA
HOGIR FATIH RASUL – SER KIZ NAKEM
JAN AXÎN – KUL Û KULÎLK