9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike

img

AMED - 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ya bi pêşentgiya Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin, dê di 18’ê nîsanê de dest pê bike.

9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin, di 18’ê nîsanê de dest pê dike. Mîhrîcana ku dê bi dirûşmeya “Bi HEBÛNa xwe, bi XWEBÛNa xwe” bê lidarxistin, di navbera 18 û 27’ê nîsanê de dê bi lîstina 19 lîstikên bi 2 zimanan derbikeve pêşberî şanohezan. Her wiha dê bi gotûbêjan jî rewşa şanoya kurdî ya li 3 aliyê Kurdistanê û dîasporayê û ji bo pêşketina şanoya kurdî nîqaş bên kirin. Dê di 18’ê nîsanê de li Qesra (Konak) Îskender Paşa bi bernameya vekirinê mîhrîcan dest pê bike û dê di 27’ê nîsanê de jî li Çand Ma’yê gotûbêj, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed û Eywana Şanoya Bajêr a Amedê jî lîstik bên lîstin. Her wiha lîstika herî dawî ya mîhrîcanê Gomîdas ku behsa jiyana Ermeniyekî dike, dê Dêra li Ermenan ya Surp Giragos bê lîstin û mîhrîcan dê bi vê lîstikê bi dawî bibe. 
 
Dê di mîhrîcanê de ku komên şanoyê yên bajarên Kerkûk, Duhok, Urmiye û Seqiz ên Kurdistanê jî wê derkevin ser dikê. Ji 19 lîstikên ku dê bên listin 5’ê wan bi tirkî û 14’ê wan jî bi kurdî ne. Mîhrîcan, piştî bernameya vekirinê dê bi performansa komên şanoyê yên Yenî Sahne û Şermola Performansê dest pê bike. Dê di mîhrîcanê de lîstikên Buka Lekî (Şermola Performans), Afet Île Dîana (BGST), Salma (Koma Hawar), Derwêş yan Gudû (Duhok), Efsaneya Hespên Azad (Ûrmiye), Kabîl û Habîl (Koma Rîtûel), Odip (Koma Ronya-Seqiz), Kral û Travîs (ŞanoAr), Çînûr (Teatra Ba), Zîd û Han (Dubare Kumpanya), Mirina Jeanne D’arce ya din (Şanoya Bajêr a Amedê), Ceyran (Teatroger), Strip-Tease (Dimilki- Şanoya Bajêr a Amedê), Kalabalik Tiyatrosû (Fiziksel Tiyatro Araştırmaları), Bernarda (Tiyatro Proje No2), Înfaz (Şaneşin Performans), Otopsî (Golge Tiyatro Toplûlûgû), Gomîdas (Yolcû Tiyatro) bên lîstin.
  
‘LI DIJÎ KURDÎ BIŞAFTINEK HEYE’
 
Têkildarî mîhrîcanê  Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş axivî  û derbarê bernameya mîhrîcanê û armaca mîhrîcanê kir. 
 
Ateş, anî ziman ku ev demeke dirêj e ew mîhrîcanên şanoyê li dar dixin û got ku tenê di pêvajoya pandemiyê de wan navber daye. Ateş, bi lêv kir ku armaca wan ew e ku kesên bi şanoya kurdî re eleqedar in, havkariyê bikin derbarê şaroyê de nîqaş bikin. Ateş, diyar kir ku ev yek dê şanoya kurdî bi pêş ve bibe û wiha berdewam kir: “Ev demeke dirêj e li ser şanoya kurdî hin qedexe hene. Ev yek ne tenê van salên dawî, ev sed sal in hene li hemberî çanda kurdî, zimanê kurdî bişaftinek heye, her dixwazin tune bikin. Lewma me jî bi dirûşmeya ‘Bi Hebûna xwe, bi Xwebûna xwe’ dest pê kir û em rastî jî bi hebûna xwe û xwebûna xwe li vê derê ne. Hîna jî em bi hemû hêza xwe ve berdewam dikin.”
 
ARMANC HATINA BA HEV E
 
Ateş, da zanîn ku ji ber kesên ku kurdî nizanin 5 kom ji şanoya tirkî bi giştî 19 kom dê beşdarî mîhrîcanê bibin. Ateş, diyar kir ku wan xwestiye hinek rengên cuda jî di nava mîhrîcanê de hebin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman ev komên tirkî jî gelek serkeftî ne û li Tirkiyeyê karên alternatîf dikin. Dê Şanoya Bajêr a Amedê lîstika xwe ya dimilkî ya bi navê Strip-Tease jî bilîze û dê 2 lîstik ji Başûr, 2 lîstik jî, ji Rojhilat beşdarî mîhrîcanê bibin. Komek ji Duhokê, yek ji Kerkukê, komek ji Ûrmiyeyê û yek jî ji Saqizê dê bibin mêvanên me. Dê di mîhrîcanê de gelek gotûbêj jî bên kirin û dê rewşa şanoya Rojhilat, Başûr, Bakûr, Rojava û dîasporayê were nîqaşkirin. Yek jî armaca me ew e ku em dixwazin ka li milên din ên Kurdistanê şano di çi rewşê de ye, di çi astê de ye, çi tê kirin û kîjan lîstik hene?”
 
15 MÊVANÊN WAN ÊN ŞANOGER DÊ HEBIN
 
Bi domdarî Ateş, anî ziman ku gava wan biryara mîhrîcanê da, gelek komên şanoyê serî li wan dan ku beşdarî mîhrîcanê bibin. Ateş, da zanîn ku wan jî li gor pîvanên xwe hin lîstik hilbijartine û bernameya xwe diyar kirine. Ateş, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji bilî vê yekê dê nêzî 15 mêvanên me jî hebin. Mêvanên me jî ew kes in ku ji bo şanoya kurdî ked dane û dê destpêka mîhrîcanê heta dawiyê bi me re bin.”
 
‘EM DIXWAZIN MÎHRÎCANÊ LI BAJAR BELAV BIKIN’
 
Ateş, bal kişand ser bandora qeyûman jî û got ku ev 8 sal bûn qeyûman dest danîbûn ser bajar û avahiyên wan. Ateş, diyar kir ku wan jî weke şanoyeke taybet karê xwe dimeşandin. Ateş, diyar kir ku şaredarî ji destê qeyûman hatin xelaskirin û wiha pê de çû: “Em dixwazin mîhrîcanê hinekî li bajêr belav bikin. Ne tenê li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê, li 3-4 mekanan bi kar bînin. Li Çand Ma’yê lîstik jî dê bên pêşandan, lê dê piranî gotûbej li vir bên kirin. Her wiha Lîstika Gomîdas ku behsa muzîkjenekî ermen dike dê li Dêra Ermenan a Surp Giragos derbikeve pêşberî şanohezan. Li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed ku qeyûm navê wê kiribû Sezaî Karakoç û Eywana Şanoya Bajêr a Amedê jî lîstik dê bên lîstin. Em ê 18’ê mehê li Qesra Îskender Paşa mîhrîcana xwe bidin destpêkirin û ji niha ve kelecanek çêbûye. Bîlboardên me jî amade ne û em dixwazin rengê bajêr biguherînin û wan bîlboardan bi kurdî û tirkî û bi zaraveyên kurdî yên kurmancî û kirmançkî bixemilînin. Bernameya me amade ye û em benda mêvanên xwe ne. Em ê bi coş û kelecaneke mezin sibê dest bi mîhrîcana xwe ya 9’emîn bikin.”
 
NEBÛNA ROJAVA KÊMASIYEK E
 
Ateş, da zanîn ku mîhrîcan di hemû beşan de ji bo pêşketina çandê roleke mezin û girîng dilîzin. Ateş, anî ziman ku kurd 3-4 perçe ne û hertim derfet çênabin ku lîstikên hev temaşe bikin û karên hev bişopînin. Ateş, bi bîr xist ku bi rêya mîhrîcanan ev kar tê cem hev û ew jî karên hevûdû dibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kêmasî tên nîqaşkirin, rexne tên kirin û ev yek jî asta şanoya kurdî bilind dike. Lewma em dixwazin ev mîhrîcan domdar be û lewma em bi israr mîhrîcana şanoyê li dar dixin. Aliyekî vê mîhrîcanê yê kêm jî heye. Hêj jî me qet ji Rojava komên şanoyê tev li vê mîhrîcanê nekiriye. Ji ber ku hatin û çûyîn nîn in em nikarin xwe bi fîzîkî bigehînin wan, lê em wan dişopînin. Em hêvî dikin di siberojê de parçeyê 4’emîn jî tev li vê mîhrîcanê bikin.”
 
‘WERIN TEV LI KELECANA ME BIBIN’
 
Ateş, bang li şonohezan kir û got ku kesên li derdora Amedê dijîn, kesên derfetên wan hebin bila werin mîhrîcanê bişopînin. Ateş, da zanin ku ew ê bi hatina temaşevanan gelek kêfxweş bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Moral û motîvasyoneke gelekî xweş heye û em hemû hezkiriyên şanoyê vedixwînin Amedê. Werin em bi coşeke mezin mîhrîcana xwe bişopînin û bi dawî bikin.”