Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû

AMED - Şanoger Ozcan Ateş û Perwîz Ehmedî yê rojhilatî diyar kirin ku her çiqas êrîş li şano û şanogerên kurdan kirin jî, şanoya kurdî mezintir bû û wiha gotin: “Dê ji niha û pê ve jî şanogerên kurd têkoşîna xwe bidomînin û bi rêya mîhrîcanan pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

 
9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku di 18'ê Nîsanê de bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê bi dirûşma "Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe" dest pê kir, îro bi dawî dibe. Mîhrîcana ku 5 şanoyên tirkî û 14 şanoyên kurdî hatin lîstin, 10 rojan ji aliyê şanohezan ve bi eleqeyeke mezin hat şopandin. Ji 3 aliyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û dîasporayê gelek hunermend, şanoger, lêkolîner û derhêner weke mêvan di mîhrîcanê de cih girtin û ji bilî pêşandana şanoyan, li ser şanoyê gelek gotûbêj jî hatin kirin.
 
‘DI 2 SALÊN DAWÎ DE ZEXT Û QEDEXE ZÊDETIR BÛN’
 
Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş û derhênerê lîstika "Odîp" ê Rojhilatî Perwîz Ehmedî ku tev li mîhrîcanê bûn, li ser şanoya kurdî nirxandin kirin.
 
Ateş diyar kir ku tevlîbûn û eleqeyeke mezin ji bo mîhrîcanê heye û destnîşan kir ku festîvalên bi vî rengî ji bo pêşxistina şanoya kurdî gelekî girîng in. Ateş, anî ziman ku li dijî huner û çanda kurdî her tim qedexe hene û destnîşan kir ku ev qedexe di 2 salên dawî de zêdetir bûne. Ateş, anî ziman ku li hemberî van qedexeyan gelek saziyên kurdan ji bo zimanê kurdî xebitîne û diyar kir ku ji ber vê yekê wan dirûşma "Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe" hilbijartiye. Ateş anî ziman ku ew ê li ser axa xwe û bi rengên xwe li dijî her cure êrîşan çanda kurdan biparêzin.
 
‘TEMAŞEVAN BI HÊSANÎ TÊN Û REXNE DIKIN’
 
Ateş bi domdarî anî ziman ku huner xwedî hêzeke mezin e û got ku dema gel hunerê hembêz dike hem gel hem jî huner digihîje asteke din. Ateş, bal kişand ser pêvajoya ewil ya wan dest bi şanoyê kirî û wiha berdewam kir: “Dema me dest bi şanoya kurdî kir, temaşevan tune bû. Me jî, ji bo xwe ewilî temaşevan çêkirin. Niha ew temaşevan dema ji karekî hez nekin, bi hêsanî tên û rexne dikin. Huner û temaşevan hevdu temam dikin. Saziyên hunerê yên kurdan piştî qeyûm tayînî şaredariyan kirin, neçar man ku ji bo xwe cihên taybet vekin. Mînak, MA Muzîk tenê li cihekê bû, lê şaxa xwe ya 3’emîn bi pêşengiya gel vekir. Şanoya Bajêr a Amedê jî li cihekî biçûk dest pê kir, piştre cihek 3 qat mezintir çêkir. Ev bi xwedîderketin û pêşengiya gel pêk hat.”
 
Lîstikvan Ozcan Ateş 
 
LÎSTIKÊN HATINE QEDEXE KIRIN JÎ CIH GIRTIN
 
Ateş di berdewamiyê de anî ziman ku lîstikên ku berê hatibûn qedexekirin tevlî mîhrîcanê bûn û wiha got: “Walî an qeymeqam dikare bi rehetî lîstikeke kurdî qedexe bike. Tev jî qedexeyên keyfî ne û di qanûnê de tiştekî wisa tune ye. Piraniya wan lîstikên qedexekirî klasîkên cîhanê bûn. Tirkî jî li gelek cihan tê lîstin, lê problem nîne, tenê wergera kurdî pirsgirêk e. Her wiha eleqeyeke mezin ji bo lîstikên ku hatine ‘qedexe’ yên di mîhrîcanê de tên pêşkêşkirin heye.”
 
‘HUNERMENDÊN KURD DEV JI TEKOŞÎNA XWE BERNADIN’
 
Ateş bal kişand ser qeyûmê Amedê ku gelek astengî li ser şanoyê danî û bi bîr xist ku qeyûm ne tenê muzîk û şano, gelek tiştên din jî qedexe kiriye. Ateş, diyar kir ku navê kolan û rêyan hatin guhertin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber van yekan qeyûman wêraniyeke mezin dan. Lîstikvanên şanoya kurd her tim li dijî wan qedexeyan xebitîn û bi temaşevanan re hatin ba hev. Ji niha û pê ve dê bi vî rengî be. Her ku êrîş kirin, şanoya kurdî mezin bû. Her çiqas zihmetî hebin jî, Ji niha û pê ve hunermendên kurd dev ji têkoşîna xwe bernadin. Xwedîderketin û kedeke mezin heye." 
 
‘BI RÊYA MÎHRÎCANAN EM PIRSGIRÊKÊN ŞANOYA XWE DIBÎNIN’
 
Derhêner Perwîz Ehmedî 
 
Derhêner û şanogerê kurd ê Rojhilatî Perwîz Ehmedî jî diyar kir ku di van salên dawî de li Rojhilat şano pêşketiye û ji aliyê form û naverokê her ku diçe xurttir dibe. Ehmedî, da zanîn ku mîhrîcanên bi vî şeklî jî bandoreke mezin li ser pêşketina şanoyê dike. Ehmedî, anî ziman ku ew bi rêya mîhrîcanan têkiliyan datînin, pirsgirêkên şanoyê dibînin û dikarin bi hev re van pirsgirêkan çareser bikin. Ehmedî, bi lêv kir ku ew bi çareserkirina van pirsgirêkan ber bi pêşerojeke ron ve diçin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Mîhrîcan, bandoreke pir erênî li ser şanoya giştî ya Kurdistanê dike. Niha têkiliyek li holê heye û heke em bi dîtin, xwendin van tecrubeyan kom bikin, dê şanoya me bê astekî pir baş.”
 
MA / Bazid Evren - Rûkiye Adiguzel