Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin

WAN - Di 25’ê gulanê de dê di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de li navçeya Erdîşê bi dirûşma “Her dem kurdî her der kurdî" mitîng bê lidarxistin. 

 
Ji 10’ê gulanê ve li Wanê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de çalakî tên lidarxistin. Di 25’ê gulanê de jî dê li navçeya Erdîşê bi dirûşma “Her dem kurdî her der kurdî” mitîng bê lidarxistin. Mitîng dê li Fener Alayi ya li Taxa Sahîl Kentê saet di 10.30’an de bê lidarxistin. Mitîng ji hêla Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ve tê organîzekirin. 
 
‘EM HEMÛ KESÎ VEDIXWÎNIN MITÎNGÊ’
 
Endama Komeleya Hunerê ya Aryenê û perwerdekar Zozan Bor têkildarî mijarê wiha got: “Mîna her sal îsal jî me di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de xwest bi çalakiyên xwe balê bikişînin ser zextên ser zimanê kurdî. Mirov bi zimanê xwe heye. Bi vê wesîleyê divê gelê me xwedî li hebûna xwe derkeve û tev li mitîngê bibe. Ji ber li dij derketina polîtîkayên pişaftinê ev mitîng girîng e.” 
 
‘ZIMAN NASNAMEYA CIVAKÊ YE’
 
Cîgirê Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Yakup Almaç jî wiha got: “Ji 7 salî heta 70 salî em li bendê ne ku tevahiya gelê me bi cil û bergên kurdî tev li mitîngê bibin. Ji ber ku ziman nasnameya civakê ye. Nasname civakan ji hev cuda dikin. Bi taybet jî ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên pişaftinê, ji bo xwedîderketina li zimanê xwe em dixwazin qadê tije bikin.” 
 
Endamê ARSÎSA’yê Cemîl Armanç jî wiha got: “Divê her kes tev li mitîngê bibe ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê biqîre. Ji bo mirov wate û girîngiya ziman vebêje, divê her kes bi cil û bergên kurdî tev li bibe.”